Weqfa Jinên Azad hemleya danasîna têgeha şerê gel ê şoreşgerî dest pê kir

Komîteya Perwerdeyê ya Weqfa Jinên Azad a Sûriyê, ji bo danasîna têgeha şerê gel ê şoreşgerî û şerê taybet, hemleya serdana malan dest pê kir.

Komîteya Perwerdeyê li pêşiya navenda Weqfa Jinên Azad a bajarê Qamişlo, destpêkirina hemleyê bi daxuyaniyekê ragihand. Daxuyanî ji aliyê endama komîteyê Nebîle Hemo ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Em Komîteya Perwerdeyê di Weqfa Jinên Azad a Sûriyê de, ji bo nasandina civakê bi têgehên şerê gel ê şoreşgerî û şerê taybet, dest bi hemleya serdanên mal û taxan kir.

Em weke gelên berxwedêr kokên me vedigerin kûrahiya dîrokê. Em gelê Kurd hîna jî li ser çawaniya parastinê nîqaş dikin û hewl didin ku bi awayekî herî baş pêk bînin.

Weke gel û jin divê em qonaxa ku tê de dijîn nas bikin. Xweparastin, parastina mafê jiyanê ye. Her wiha parastina hebûna gelan a li hemberî rastiya netewdewlet a tîyê qirkirin û komkujiyan e.

Xweparastin rêbazek ji rêbazên hebûnê yê di şaristaniya demokratîk de ye. Şerê ji 5 hezar salan ve bandorê li civakê dike, êriş, kuştin û îstîsmar, hemû bûne sazî. Ji bo ku civak xwe ji van hemû şeran biparêze û bigihêje azadiya xwe, divê prensîba şerê gel ê şoreşgerî weke pêwîstiyeke bilez a parastina hemû mirovahiyê bingeh bigire û bişopîne."

(hs)

ANHA


Mijarên Din