Weqfa Jinan a Azad ji bo pêşîlêgirtina nexweşiyên giran, banga destekdayîna lezgîn kir

Weqfa Jinan a Azad a Sûriyê bang li rêxistinên mirovî, herêmî, navneteweyî û saziyên tenduristiyê kir ku destekdayîna pêwîst û lezgîn ji navendên tenduristiyê re pêşkêş bikin, da ku alîkariya bi hezeran jin û zarokan bike.

Weqfa Jinan a Azad a Sûriyê der barê kêmbûna derman û bilindbûna buheyên wan di çarçoveya ferzkirina cezayên(Qanûna Qeyser) li Sûriyê de daxuyaniyek da. Endamên weqfayê tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li avahiya weqfayê ya li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo hate dayîn.

Endama rêveber a beşa tenduristiyê Şîlan Bilo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewş cûda ye, bi belavbûna nexweşî û bilindbûna buheyan re zehemt e ku welatî dermanan peyda bikin û ev yek ji ber kêmbûna kargeh û ambargoya ku li ser herêmê hatiye ferzkirin, e.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bilindbûna buhayên derman û zehemtiya di peydakirina wan de xeteriya belavbûna nexweşiyan zêde dibe.

Her wiha hat destnîşankirin ku piştî Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate dagirkirin binesaziya wê hate hedefgirtin û ji ber wê jî navenda tenduristiyê li bajarê Hesekê hate vekirin da ku pêwîstiyên tenduristî ji şêniyan re peyda bike.

Weqfa Jinan a Azad di dawiyê de bang li hemû rêxistinên mirovî, herêmî, navneteweyî û saziyên tenduristiyê kir ku destekdayîna lezgîn û pêwîst ji navendên tenduristiyê re pêşkêş bikin, da ku alîkariya bi hezeran jin, zarok û kalepîran bike û nexweşî li herêmê belav nebin her wiha nifşên ku li ser hezkirina mirovahî û wefedariyê hatine avakirin, biparêzin.

Ji bo têkiliya bi Weqfa Jinan a Azad a Sûriyê re bê danîn:

Wgar.qamislo@gmail.com

Ji bo kesên li derveyî welêt têkiliyê bi weqfayê re bikin:

Wgar2014int@gmail.com

(bx)

ANHA


Mijarên Din