​​​​​​​Weqfa Destekdayîna Kurdistanê alîkariyên tenduristî radestî Heyva Sor kirin

Heyva Sor a Kurdî miqdareke derman û alîkariyên tenduristî ku ji aliyê Weqfa Destekdayîna Kurdistanê ya li Rûsyayê ve ji Bakur Rojhilatê Sûriyê re hatine şandin, wergirtin.

Weqfa Destekayîna Kurdistanê jin bo pêşkêşkirina alîkariyê ji koçber û penaberên li hundir û li derveyî Rûsyayê re ji 4 salan ve dixebite.

Îro weqfê beşa yekem ji alîkariyên tenduristî ji rêxistina Heyva Sor a Kurdî re ku navenda wê li navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê ye, pêşkêş kir. Di nava alîkariyan de derman, pêwîstiyên tenduristî û hindek dermanên lênerîna destpêkê hene.

Li gorî komîteya ragihandinê ya Heyva Sor a Kurdî ku derman dê li nexweşxane û navendên tenduristiyê yên girêdayî Heyva Sor a Kurdî werin belavkirin û ew jî bê pere li welatî, koçber û penaberan belav bikin.

bx

ANHA


Mijarên Din