Welatiyên Maşoqê doza çêkirina rêya 20 gundan kirin

Welatiyên bajarokê Maşoqê daxwaza çêkirina rêya serke ya bajarokê kirin, şaredariyê jî diyar kir ku wan derbarê mijarê de plansaziyek pêşkêşî meclisa şaredariyan ya kantona Qamişlo kirine.

Rêya bajarokê Maşoqê yê bakur rojhilatê navçeeya Tirbespiyê, girîngtirîn rêya herêmê ye û navenda navçeyê bi 20 gundan ve girêdide, dirêjahiya rê 11 km,e. ji ber baran û lehiyan rê xerab bûye.

Welatiyên bajarokê Maşoqê ji şaredariyê xwestin ku rê ji nû ve were çêkirin. Ajokarê bi navê Mehmûd Elhisên diyar kir ku ji ber xirabûna rê gelek astengiyan dikşînin.

Welatiyê ji gundê Girbikêlê Arif Resûl jî da zanîn ku xirabûna rê bûye sedema gelek bûyerên trafîkê.

Cîgira heserokatiya şaredariya Maşoqê Leyla Umer da zanîn ku plansaziya çkirina rêyên herêmê ji aliyê meclisa şaredariyê ve hate danîn, lê çêkirina rêya Maşoqê ne di nava plansaziyê de bû.

Umer diyar kir ku ewê derbrê mijarê de plansaziyekê arasteyî meclida şaredariyên kantona Qamişlo bikin.

ANHA


Mijarên Din