Welatiyê li Bakur ji helîkopterê hatibû avêtin, jiyana xwe ji dest da

Welatiyê bi navê Servet Turgut ku tevî Osman Şîban di 11'ê Îlonê de li gundekî Şirnexê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin destgîrkirin û piştre ji helîkopterê hatin avêtin, jiyana xwe ji dest da.

Leşkerên Tirk ên dagirker ku li navçeya Şaxê ya Wanê dest bi operasyonê kir, roja 11'ê Îlonê li navçeya Elkê ya Şirnexê li gundikê Çiglicayê gundiyên bi navê Osman Şîban û Servet Turgut destgîr kiribûn.

Piştî 2 rojan jî Şîban û Turgut li servîsa venêrîna destpêkê a Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê hatibûn dîtin. Eşkere bû ku her du gundî ji helîkopterê hatine avêtin.

Servet Turgut ku bavê 7 zarokan bû, piştî 20 rojan de jiyana xwe ji dest da.


Mijarên Din