Wekî hêştirmeyê ku serê xwe dixe nava axê... Nêçîrvan Barzanî êrişên dewleta Tirk rewa dike

Nêçîrvan Barzanî bi rewakirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hinceta “PKK li herêmê ye”, bi israr e wekî hêştirmeyan serê xwe bixe nava axê. Lê diyar e ku Barzanî çavbirçîbûnên Osmanî yên berfirhekirina dagirkeriya xwe li rojhilatê Deryaya Spî û Afrîkayê nabîne.  Gelo ma li wir jî PKK heye?

Her cara ku dewleta Tirk plan dike ku li herêma Rojhilata Navîn êrişan pêk bîne, hinek kesên girêdayî wê derdikevin û êrişên dewleta Tirk rewa dikin. Erdogan û rayedarên wî bi awayekî eşkere dibêjin ku herêma ji Mûsilê heta Helebê dikeve nava Mîsaqa Milî û ew jî ji mafê wan e, lê beriya destwerdana Tirkiyê li Iraqê, gotin metirsyek li ser ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê li Iraqê heye û bi vê hincetê ketin Iraqê û baregehên leşkerî li wir ava kirin.

Li Sûriyê jî rêxistinên terorê ava kirin da ku destwerdana xwe rewa bikin û kontrolê li ser wê herêmê bikin.

Li Lîbyayê jî, bi bihaneyên nerast dewleta Tirk hêz û çeteyên xwe bi rê dike wir da ku alîkariya hikumeta Fayiz El-Sîrac bikin. Lê balkêş e ku dewleta Tirk armancên xwe veneşartin û ragihand ku li Lîbayayê sînordar namîne da ku hemû mafên xwe di dewlemendiya (xêr û bêr) li rojhilatê Deryaya Spî de mîsoger bike.

Lê mixabin heta niha hin kes hene ku destwerdana Tirkiyê li Sûriyê û hemû beşên Kurdistanê rewa dikin. Herî dawî jî Nêçîrvan Barzanî ev destwerdana Tirkiyê rewa kir. Li şûna ku Barzanî helwesteke xwe der barê êrişên qirkirinê ku ji aliyê AKP`ê ve li ser gelê Kurd li Rojava û Bakurê Kurdistanê hebe, lê daxuyaniyan dide û bi bihaneyên ku “PKK li herêmê ye” êrişên dewleta Tirk rewa dike.

Paşguhkirina bi zanebûn ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve der barê êrişên li ser Rojava de, wekî hêştirmeya ku serê xwe dixe nava axê ye; ew dizane ku dewleta Tirk hewl dide li herêma Rojhilata Navîn herêma xwe berfireh bike. Di heman demê de dixwaze xwe li Idlibê bi cih bike û li Somalî, Sûdan, Qeter, Malî û heta Lîbyayê baregehên xwe yên leşkerî ava dike. Gelo li van herêmên navborî PKK heye?!

Her wiha Barzanî hewl dide hebûna baregehên leşkerî yên Tirkiyê li ser axa Başûrê Kurdistanê veşêre, lê li hember vê yekê jî dewleta Tirk bajarên Sûriyê dagir dike û bi hezaran gelê wê da koçberkirin.

Nêçîrvan Barzanî, li hemberî hemû rexneyên herêmî û navneteweyî li dijî tevgera dewleta  Tirk li Rojhilata Navîn, guh û çavên xwe digire.

Nêçîrvan Barzanî bi zanebûn helwesta dewleta Tirk û serokkomarê wê Erdogan, li hemberî Mesûd Barzanî, dema ku Herêma Kurdistanê û Bexdayê der barê Kerkûkê de nakokî derketin, ji bîr dike. Wê demê Erdogan êrişî Mesûd Barzanî kir û ragihand ku wê Barzanî rastî hesabekî dîrokî were û Erdogan, Barzanî wek kesê ku li pey fersend û berjewendiyan digere, bi nav kir. Erdogan bi domdarî xitabî Barzanî kir û got “Te maf ji ku aniye ku tu bibêjî Kerkûk a min e? Gelo dîroka te li Kerkûkê heye? Tu li Kerkûkê çi dikî? Tu baş dizanî ku Kerkûk mafê kê ye?”

Erdogan wê demê got dewleta Tirk wê tenê bi hikumeta navendî ya Bexdayê re bikeve nava têkiliyan û di heman demê de qada hewayî li hemberî hikumeta Başûrê Kurdistanê girt. Her wiha Erdogan xwest ku ala Kurdistanê ku li bajarê Kerkûkê hatibû rakirin, were daxistin.

Di dawiyê de çend pirs hene ku divê werin pirsîn; gelo Nêçîrvan Barzanî çavbirçîbûnên dewleta Tirk li Rojhilata Navîn nizane? Her wiha ew nizane ku armanca Erdogan û hikumeta wî qirkirina Kurdan e? Herî dawî jî, sedema hişt ku Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyeke bi vî rengî bide, çi ye?

(kc)

ANHA


Mijarên Din