Wekî DAIŞ`ê, çeteyên Tirk laçikên reş li jinên Girê Spî ferz dikin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî li jinan laçikên reş ferz dikin û her wiha jî weke çawa çeteyên DAIŞ’ê di dema seweriyê de kiriye, çaxre jî qedexe kirin.

Dîsa hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê li herêmên ku dewleta Tirk a dagirker, dagir kirine, eşkere dibe û kiryarên dermirovî li dijî sivîlan ferz dike.

Çavkaniyên ji hundirê Girê Spî ji ajansa ANHA’yê re ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser jinan mîna çawa çeteyên DAIŞ’ê dikir, laçikên reş ferz kir û derketina derve qedexe kir.

Li aliyekî dîtir jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker çaxre qedexe kir, bi taybet bi derbasbûna Emîr El-Zexîr ê DAIŞ’ê ya Girê Spî re tevî 150 DAIŞ’iyan ji bajêr re piştî ku ji hêla dewleta Tirk ve hat dagirkirin.

Binpêkirinên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê fena kiryarên DAIŞ’ê di dema dagirkirina herêmê de ne.

(fr)

ANHA


Mijarên Din