‘Wateya bêdengiya Rûsyayê hevkariya bi dewleta Tirk re ye'

Şêwekar Hesen El-Esaf got, bêdengiya hêza garantor Rûsyayê ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker, tê wateya hevkariya veşartî di navbera her du aliyan de.

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet navçeya Eyn Îsa û Til Temirê rastî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê" tên. Tevî êriş berfireh dibin û gihaştina baregehên Rûsyayê yên li herêmê jî, lê bêdengiya hêza garantor Rûsyayê li hemberî êrişan didome.

Çavdêr destnîşan dikin ku bêdengiya Rûsyayê tê wateya hebûna lihevkirineke veşartî di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de, da ku zextê li Rêveberiya Xweser bikin ku herêmê radestî hêzên hikumeta Şamê bike û armanc jê têkbirina projeya demokratîk û parçekirina gelên di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ye.

Şêwekar Hesen Esaf têkildarî mijarê wiha got: "Dewleta Tirk cîranekî pir xirab e. Heta roja îro me tu xêr jê nedîtiye. Kirinên li dijî gelên din jî ji êriş, kuştin, hilweşandina gundan û koçberkirina şêniyên wê, didomîne.”

Der barê bêdengiya Rûsyayê ya li hemberî êrişên li ser herêmê de El-Esaf bang li Rûsyayê kir ku rol û erka xwe li hemberî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê bi cih bîne û wiha domand: "Mixabin bêdengiya Rûsyayê ya bitirs tê wateya ku hevkariyeke veşartî heye."

Hesen El-Esaf hêvî kir ku projeya Rêveberiya Xweser berfirehtir bibe da ku hemû herêmên Sûriyê bigire nava xwe û wiha domand: "Projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tecrubeyeke pêşeng e. Hêvî dikim ku berfirehtir bibe, ji ber rewşa heyî qonaxeke zehmet e û divê em derbas bikin."

Şêwekar Hesen El-Esaf di dawiyê de banga yekitiyê ji bo avakirina projeya neteweya demokratîk kir da ku bibin mînak ji hemû gelên Sûriyê re.

(bx)

ANHA


Mijarên Din