Washington rayedarekî din ê Hizbullah dixe lîsteya terorê

Wezareta Xezîneya Amerîkayê rayedarekî din ê Hizbullah a Lubnanê Selman Reûf Selman xist lîsteya terorê.

Wezareta Xezîneya Amerîkayê got, Selman bi koordînekirina êrîşa li ser navenda Cuhiyan a sala 1994‘an li paytexta Argentine Buenos Aires sûcdar e, ku encamê de bi dehan kes bûne qurbanî.

Wezaretê domand ku Selman Reûf Selman ji wê demê ve çalakiyên terorîst ên Hizbullah li aliyê rojavayê cîhanê bi rêve dibe.

Li gorî cezayên Wezareta Xezîneya Amerîkayayê dê ayidên Selman werin cemidandin. Her wiha Wezaretê ragihandin ku kesên agahiyan ji ser cihê Selman bide dê 7 milyon dolar were xelatkirin.

Selman Reûf Selman ji bajarê San Andres yê Colombyayê ye û nasnameyên Lubnanî û Colombî girtiye. Tê texmînkirin ku niha li Lubnanê ye.


Mijarên Din