Washington: Îranê barê ‘Adrian Darya 1’ li Sûriyê vala kir

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ew dizanin keştiya Îranê ya bi navê Adrian Darya 1 barê xwe yê petrolê ji rejîma Sûriyê re vala kiriye.

Komandoyên Brîtanyayê keştiya Îranê ya ku bi navê ‘Grace 1’ (niha navê wê kirine Adrian Darya 1) dihat naskirin, di 4`ê Tîrmehê de bi gumana ku cezayên Yekitiya Ewropayê binpê kiriye, girtibû.

Paşê desthilata Cebel Tariqê piştî ku Îranê hin agahiyên têkildarî valakirina barê keştiya ku dê li Sûriyê 2.1 milyon bermîlan vala bike, piştrast kirin, di nîveka Tebaxê de serbest berda.

Tora Erebiyen roja sêşemê li ser zimanê Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê ragihand ku keştiyê petrola xwe firot serokê Sûriyê Beşar El-Esed û li Sûriyê hate valakirin.

Di roja duyemîn de balyozê Îranê yê li Londonê ku Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê têkildarî heman rojevê vexwendibû, got "Keştiya Adrian Darya 1 li deryayê firotin şîreketeke taybet û binpêkirina Tehranê ji agahiyan re red kir, di heman demê got ku bikir dê aliyê firotinê diyar bike."

Dema ku berdevkê Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagos pirsa ‘gelo agahiyên DYA`yê ji rêgeha keştiya Îranê ku dê barê petrola xwe li Sûriyê vala bike, heye yan na?’ wiha bersivand: “Rast e, rejîma Îranê petrola xwe radestî Sûriyê kir û rasterast dê ji bo sehrîcên hêzên ku sivîlan dikuje, were şandin.”

(eh)


Mijarên Din