Washington hewl dide koalîsyoneke nû ava bike

Wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo got welatê wî dê koalîsyoneke navdewletî ya nû damezirîne da ku parastina Tengava Hurmiz bike û îşaret pê kir ku dê ji hemû dewletên cîhanê pêk were.

Der barê rûdanên li Tengava Hurmiz de wezîrê karên derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Mike Pompeo li gel kanala WVT anî ziman ku Washington xebata guhartina rêbaza rayedarên Tehranê dike û armanc dike ku koalîsyonekê ku dewriyeyan li Tengava Hurmiz pêk bîne da ku deriyên deryayî vekirî bên hiştin, ava bike. Her wiha destnîşan kir ku ji hemû dewletên cîhanê dê beşdarî vê koalîsyonê bin.

Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê (Pasdaran) şeva înê ragihandibû ku keştiya petrolê ya Brîtanyayê "Stina Empero" di dema derbasbûna di Tengava Hirmuz re girt û wiha got: "Hêzên parastina deryayî yên girêdayê wê û bi daxwaza ji "desthilata perav û deryavanên parêzgeha Hirmuzxan" keştî bi sedama nehurmetbûna qanûna deryayî ya navdewletî, hat girtin.”

Ji aliyekî din ve jî wezîrê parastinê yê Îranê Emîr Hatemî şevê berê anî ziman: "Girtina keştiya ku ala Brîtanyayê hildabû, nîşaneya bersiva me ya bersivdanê ye” û girtina keştiyê bi bergiriyên qanûnî bi nav kir.

(fr)


Mijarên Din