Washington gefa aktîfkirina cezayên navneteweyî li dijî Îranê dixwe

DYA`yê ragihand ku heke Meclisa Ewlehiyê dema qedexeya bikaranîna çekan li ser Tehranê dirêjtir neke, ew ê careke din cezayên NY`yê yên li ser Îranê bidin aktîfkirin.

Nûnerê DYA’yê yê taybet bi Îranê Brian Hook piştî du hefteyan ji gotina berpirsekî DYA’yê ku nasnameya xwe eşkere nekir, piştrast kir ku DYA`yê der barê plana xwe de Brîtanya, Fransa û Almanya agahdar kirine.

Brian Hook ji rojnameya Wall Street Journal re diyar kir ku Washingtonê dê bi rêbazekê berdewamkirina bikaranîna çekan mîsoger bike û DYA`yê jî reşnivîsa biryarê ji Meclisa Ewlehiyê re amade kiriye, bi vê yekê dê girseya gel piştgiriya wê bike û di qada dîplomatîk de dê pêşdeçûnan qezenc bike.

Pêwîstiya biryarê bi erêkirina 9 endaman heye anku bêyî ku dewletên endam ên wekî Rûsya, DYA, Brîtanya û Fransa heqê veto bi kar bînin. Di vê derbarê de Rûsya dirêjkirina dema qedexeya bikaranîna çekan red kir.

Îranê li ser esasê hevpeymana 2015`an a bi DYA, Rûsya, Çîn, Almanya, Brîtanya û Fransayê ya ku rê nade Tehranê ku çekên nukleer bi pêş bixe, ji cezayan hat efûkirin lê heke Îran binpêkirinan pêk bîne dê careke din ceza werin ferzkirin.

Donald Trump 2018`an ji hevpeymana nukleerê ya ku di serdema serok Barack Obama de hatibû îmzekirin û wekî “kambaxtirîn hevpeyman” hatibû wesifkirin vekişiyabû.

eh


Mijarên Din