Washingtonê ceza li rêxistinên li Çîn, Iraq, Rûsya û Tirkiyê birî

Wezareta derve ya Amerîkayê ragihand ku DYA`yê bi hinceta desteka projeya moşekan a Îranê kirine, ceza li ser 13 rêxistin û kesên li Çîn, Iraq, Rûsya  û Tikriyê birî.

Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku îro DYA`yê ceza li 13 rêxistin û kes ji Çîn, Iraq, Tirkiyê û Rûsyayê li gorî qanûna rêgirtina li pêşiya belavbûna Îran, Koreya Bakur û Sûriyê ferz kir.

Mike Pompeo di daxuyaniya xwe de got: "DYA`yê ceza li dijî 13 rêxistinên biyanî û kes li Çîn, Iraq, Tirkiyê û Rûsya li gorî qanûna rêgirtina li pêşiya belavbûna Îran, Koreya Bakur û Sûriyê ferz dike."

(şx)


Mijarên Din