Washingtonê ceza li kesayetên ku girêdana wan bi Hizbullah re hene birî

Wezaeta Xezîneyê ya  Amerîkayê 3 kesayetên Lubnanî û 12 hêz xiste nav lîsteyên kesên cezakirî ya Amerîkayê. Sedema birîna cezayan ew e ku girêdana wan bi saziya Şehîdan a girêdayî Hizbullah re heye.

Wezaeta Xezîneyê ya  Amerîkayê 3 kesayetên Lubnanî û 12 hêz xiste nav lîsteyên kesên cezakirî ya Amerîkayê. Sedema birîna cezayan ew e ku girêdana wan bi saziya “Şehîdan” a girêdayî Hizbullah re heye.

Di lîsteyê de navê Qasim Bezî berpirsê saziya şehîdan, Cewad Mihemed Şefîq Nûrdîn berpirsên leşkerkirina şervanan û şandina wan ji Sûriyê û Yemenê re û Yusif Asî avakerê saziya Atlas Holdings hatin bibîrxistin.

Her wiha ceza li stasyonên sotemenî yên kesên girêdayî Hizbullahê hatin ferzkirin.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got, wezaret hewl dide tevgera malî ya Hizbullah asteng bike di nav de toreya desteka malî.

Wezaretê di Kanûnê de ceza li kesayet û şirketên lubnanî ku destên wan di piştgiriya Hizbullah de hene ferz kir.

(şx)


Mijarên Din

Qanî serdana Iraqê kir