Washingtonê bernameya destekdayîna leşkerî ji Qibrisê re ragihand

Washingtonê bi rêya konsolxaneya xwe ya li Qibrisê ragihand ku ew ê dest bi bernameya perwerdeya leşkerî ji Komara Qibrisê re bike û ev yek wek pêngaveke li dijî planên Enqereyê yên li ser Deryayê Spî ye.

Li gorî konsolxaneya Amerîkayê ya Qibrisê ku roja çarşemê hat ragihandin ku ew ê bernameya perwerde û fêrkirina leşkerî ya navneteweyî ‘IMET’ wek beşeke siyaseta ku dixwaze ewlehiyê û şîrketên enerjiyê li rojhilatê Deryayê Spî xurt bike, bide Qibrisê.

Konsolxaneya Amerîkayê ya Lefkoşayê daxuyaniyek li ser înternetê belav kir û tê de wiha hate gotin: "DYA kêfxweş e ku perwerdeya leşkerî ji Komara Qibrisê re pêşkêş bike."

Konsolxaneyê diyar kir ku IMET mîna şêwazeke aktîf ji bo xurtkirina şîrketên leşkerî û koalîsyonên navneteweyî ye ku parastina berjewendiyên ewlehiyê yên nîştimanî dike.

 (bx)


Mijarên Din