Washington ‘Aliyet El-Zînad’ li dijî Îranê çalak dike

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku Neteweyên Yekbûyî "Aliyet El-Zinad" çalak kir û hemû cezayên li ser Îranê vegerandin. 

Mike Pompeo da zanîn ku Washington dê aliyên ku cezayan li ser Îranê binpê bikin, ceza bikin û hişyarî da ku ger Neteweyên Yekbûyî ji bo pêkanîna cezayan bi bin bikeve dê bandorên giran li ser werin pêkanîn.

Her wiha wezîrê derve yê Amerîkayê diyar kir ku Washington ji bo fişara darayî ya herî giran li ser rêjîma Îranê careke din ceza vegerandin û destnîşan kir ku heta tevlihevî neqedin û rijandina xwînê nesekine dê fişarên hişk li ser rêjîma Îranê  berdewam bikin.

Wezîrê derve yê Amerîkayê ragihand ku rêveberiya Trump tê gihîşt ku rêjîma Îranê di cîhanê de gefa herî mezin ya li dijî aştiyê ye. Ji ber wê yekê bi pêkanîna cezayan li ser Îranê  dê cîhan hîn bi ewletir bijî.

Hewldana Îranê ya belavkirina şoreşê bi hezaran kes kuştin û bi jiyana bi milyonan kesên bêguneh talan kirin.

Di 21`ê Tebaxa derbasbûyî de Mike Pompeo çû Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê û Washington vexwend meclisa ewlehiyê da ku "Aliyet El-Zinad" li dijî Îranê çalak pêk bînin.

ANHA


Mijarên Din