Berdevkê lijneya rêveberiyê ya Volkswagenê diyar kir ku biryara febrîqeya nû ji aliyê rêveberiyê ve hatiye taloqkirin. Berdevk got: "Em rewşê ji nêz ve dişopînin û ji rewşa heyî bi fikar in."
Volkswagenê beriya niha biryar dabû ku febrîqeya xwe ya nû li şûna Romanyayê yan jî Bulxaristanê, li Tirkiyê ava bike.
Ji bo febrîqeyê dê ji 1.2 heta 1.5 milyar euro razemenî bihata kirin û derdora 4 hezar kes lê bihatina xebitandin.
(bx)