`Volkana şoreşan a gûr dê pergalên faşîstê têk bibe`

Bertekên hişk ên li dijî hedefgirtina hevseroketiya Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ji aliyê aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, zêdetir dibin. Şêniyên herêmê destnîşan kirin ku ev êriş dê îradeya wan têk nebe û gotin: “Volkana şoreşan dê dawiya faşîzmê bîne û dîrok dê ji nû ve bi destê aştîxwazan were nivîsandin.”

Di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku di vê dawiyê de zêde bûne, hevseroketiya Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya herêma Cizîrê, Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero şehîd bûn.

Koordînasyona Kongra Star bi daxuyaniyeke nivîskî êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin û got: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka şoreşa Rojava ve bênavber didomin.”

Her wiha koordînasyonê diyar kir ku di encama wan êrişan de pêşengên civakê tên hedefgirtin, ew jî bi armanca tirsandina şêniyên herêmê ye yên ku bi doza xwe ve girêdayî ne.

Koordînasyonê di berdewamiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku ew pergaleke nû ku azadiya jinan ji xwe re esas digire li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava dikin, ji ber wê jî dewleta Tirk a dagirker roj bi roj zêdetir jinan hedef digire, nexasim jinên ku pêşengiya şoreşa Rojava kirin û dikin.

Her wiha koordînasyonê hedefgirtina hevseroketiya Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê şermezar kir û diyar kir ku heta ku hişmendî û pergalên hegemonîk têk neçin, êrişên dewleta Tirk a dagirker ranawestin.

Her wiha bêdengiya civata navneteweyî şermezar kir û ew wek hevkarên dewleta Tirk bi nav kirin.

HELEB

Têkildarî mijarê, Kongra Star a Helebê jî daxuyaniyek ku ji aliyê endama Komîteya Tenduristiyê ya Kongra Star Nisrîn Mihemed ve, li pêşiya navenda kongra ya li b rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê, bi beşdariya bi dehan jin hat xwendin.

Kongra Star a Helebê di daxuyaniya xwe de êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî yên li dijî jinên pêşeng şermezar kirin.

 Kongra Star di daxuyaniyê de got: “Ji ber ku hevrêya me Zeyneb Mihemed pêşengiya saziyên Rêveberiya Xweser dikir û ji bo jinan bû sembola vîn û îradeya xurt, dewleta Tirk a dagirker duh ew hedef girt.”

Di dawiya daxuyaniyê de Kongra Star destnîşan kir ku ew ê li hember van kiryar û êrişan têk neçin û soza meşa li ser şopa şehîdan dan.

ŞEHBA

Li herêma Şehbayê jî Desteya Jinan a herêma Efrînê, Kongra Star û Yekitiya Jinên Ciwan li pêşiya hola Mîtan a Çand û Hunerê, bi beşdariya bi dehan jin û endamên saziyan, daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta Tirk a dagirker careke din sembolên serdema berxwedanê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero kirin hedef.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev êriş dê îradeya gel neşikîne û volkana şoreşan dê dawiya faşîzmê bîne û dê dîrok ji nû ve bi destê aştîxwazan were nivîsandin.

Di daxuyaniyê de bang li hemû desteyên hiqûqî, rêxistinên mafên mirovan û tevgera demokratîk a jinan a cîhanê hatin kirin ku nêrîn û helwesta xwe ya siyasî bikin yek, ji bo rawestandina kuştina jinan û hesab ji sûdaran û dewleta Tirk a faşîst bixwazin helwesteke cidî nîşan bidin. her wiha hewl bidin AKP`ê bixin lîsteya terorê ji ber ku sûcdarên şer in.

Li dawiyê soza meşa li ser şopa şehîdan û xwedîderketina li fedakariya şehîdan hat dayîn.

KOBANÊ

Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya herêma Firatê bi daxuyaniyekê êrişa dewleta Tirk a dagirker şermezar kir ku di encamê de hevserokên Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya herêma Cizîrê şehîd bûn.

Nivîsgehê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku armanc ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e û got lê ev sûcên hovane dê vîna gelên herêmê neşikîne ku ji bo azadî û rûmeta xwe tê dikoşin.

Her wiha nivîsgehê bang li Koalîsyona Navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku tedbîrên berçav bigirin da ku van sûcan blege bikin, rawestînin û qada hewayî ya herêmê li hemberê êrişên hewayî yên dewleta Tirk bigirin.

Têkildarî heman mijarê dayikên aştiyê yên herêma Firatê daxuyanek da ku hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî li pêşiya avahiya meclisê ya li bajarê Kobanê xwend.

Dayikên Aştiyê di daxuyaniyê de sûcê hovane ku dewleta Tirk a dagirker pêk anî, şermezar kir û gotin tiştên li Rojava deqewimin ji yên li Rojhilat ne cuda ne, kujer yek e lê bi du rûyên cuda ne, qurbanî jî jinên kurd e.

Dayikên Aştiyê bang li hemû jinan kir ku dakevin qadên azadiyê, desthilatdariya baviksalarî têk bibin.

QAMIŞLO

Girêdayî heman mijarê, bi dehan şêniyên navçeyên kantona Qamişlo; Girkê Legê, Çil Axa, Til Koçer û Tirbespiyê, endamên Kongra Star çûn cihê bûyerê û li wir daxuyanî da.

Endamê Meclisa Navçeya Til Koçer Zahid Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hedefgirtina welatiyên herêmê ji aliyê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker ve hat şeremzarkirin.

Her wiha hat gotin ev balafir hemû pîvanên exlaqî û mirovî binpê dikin û hevkariya gelek dewletan, pergalan û partiyan bi dewleta Tirk re hat şermezarkirin.

Di dawiyê de soza mezinkirina têkoşînê heta têkbirina hemû planên dagirkeriya Tirk hat dayîn.

(mh)

ANHA


Mijarên Din