‘Vekirina deriyê Til Koçerê pêwîstiyek e’

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Reqayê Ebdulrehman El-Îsa li ser venekirina deriyê Til Koçer (Yerûbiyê) got: “Hîna dewletên mezin deriyan ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar tînin. Em bang li Rêveberiya Xweser dikin ku bi awayekî aktîv bi civaka navnetewî re bikevin têkiliyê da ku makanîzmeyên rastîn ku herêmê ji Qanûna Qeyser biparêze, deynin.”

Dewletên ku destwerdanî Sûriyê kirine, hîna li ser vekirin û girtina deriyan ku li gorî berjewendiyên wan ên li Sûriyê ne, di pêşbirkê de ne. Rûsya û Çîn li dijî biryarên Konseya Ewlekariyên a girêdayî NY`yî yên ji bo hewldanên vekirina derghên girtî, hîna mafê redkirinê (veto) bi kar tînin.

Têkildarî mijarê, endamê Yekitiya Rewşenbîrên Reqayê Ebdulrehman El-Îsa got: “Piştî bidestxistina komên çekdar, deriyê Til Koçer ê di navbera parêzgehên Nînewa ya Iraqê û Hesekê ya Sûriyê di sala 2013`an de, dergeh bi temamî hat girtin. Heta piştî ku dergeh di dawiya 2013`an de ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hat rizgarkirin jî, girtina dergehê dewam kir."

El-Îsa di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Dewletên destwerdan li aloziya Sûriyê kirin, ji destpêka aloziyê ve dergeh û alîkariyên mirovî û tenduristiyê wekî şantaj bi kar tînin. Ev yek ji bo pêkanîna berjewendiyên dewletên mezin li ser hesabê gelê Sûriyê û binesaziya aboriyê ya Sûriyê, hat bikaranîn."

El-Îsa piştrast kir ku vekirina dergeha Til Koçer (Yerûbiyê) li gel zextên aboriyê yên li ser hikumeta Sûriyê ku yek ji wan qanûna Qeyser e, pêwîstiyeke. Tevî ku soza dûrxistina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji pêkanîna qanûna Qeyser hat dayîn jî, lê belê li ser erdê tiştek tine ye."

El-Îsa bi domdarî got: "Ka hevalbendên ku erka wan e ku li kêleka gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin? Şerm e ku piştî ewqas fedekarî em bibin qurbaniyên dorpêça aborî. Îro pêwîstiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dergeheke bazirganiyê ku aloziya aboriyê sivik bike, heye. Heke ev alozî kûrtir bû dê bandoreke neynî ya mezin li şêniyan bike."

Ebdulrehman El-Îsa bang li Rêveberiya Xweser kir ku bi awayekî aktîvtir bi dewletên destwerdana doza Sûriyê kirine re bikeve têkiliyê da ku mekanîzmeyên rastî ku herêmê ji pêkanîna qanûna Qeyser dûr dixe, deynin. Lê heke herêmên me neyên dûrxistin dê gelê Sûriyê zerareke mezin bibîne.

(cx)


Mijarên Din