Veguhastina koçberan ji kampa Mehmûdlî re, bi dawî bû

Rêveberiya giştî ya kampa Mehmûdlî, hemû koçberên li kampa Tiwêhêniyê veguherst kampa Mehmûdlî yê. Hêjmara malbatên li kampê zêdetirî hezar û 300 in.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê xebatên başkirina rewşên koçberên li herêmê bi rêya Komîteya Karûbarên Civakî, berdewam dike. Tevahî pêdiviyên jiyanê yên li gor derfetên rêveberiyê, ji koçberan re hatin peydakirin. Rêveberiyê diyar kir ku rewşa koçberên di kampa berê ya Tiwêhêniyê de bedbîn bû. Pêdiviya wan bi hêsantirîn hêmanên jiyanê hebû.

Di bihara 2018’an de Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê bi hevkariya Komseriya Bilind a Karûbarên Koçberan UNHCR,  kampa Mehmûdlî li gundewarên bajarê Tebqayê ava kir. Ew jî li gor tevahî mercên navdewletî ya avakirina kampên koçberan, hat avakirin. Li got mercên navdewletî divê, nuqteyeke bijîşkî, xwendinê, peydakirina av û torên kanalîzasyon, bên avakirin.

 Di xebatên veguhastina koçberan de, rojane 70 kes dihatin veguhastin. Îro jî rêveberiya kampê tevahî koçber veguhastin kampa Mehmûdlî yê. Hejmara koçberan zêdetirî 5 hezar û 500 koçber e. Tevahî koçber ji herêmên gundewarên Hums û Hemayê ne ku rejîma Sûriyê bi piştevaniya Rûsya îdîa dikir ku ew herêm rizgar kirine.

Rûbera kampa Mehmûdlî 470 donim e. Hejmara konên hatine vegirtin hezar û 800 in. Kamp dikare zêdetirî 8 hezar kes li gor hêmanên jiyanê yên guncaw, bihewîne. Kamp debeşî 5 beşan bûye (A-B-C-D-E). Pergala rohniya şevê û li rexê torên kanalîzasyon bi dirêjahiya 5 hezar û 700 m heye.

Rêveberê kampê Neşmî El-Rehîl got: “Rêveberiyê gelek xizmet û pêdiviyên pêwîst ji koçberan re peyda kirin. Rêveberiya kampê bi hevkariya rêxistineke herêmî hin nuqteyên fêrkirina zarokan amade dike. Nuqteya yekemî dê 420 zarokên seretayî lê bixwînin û ya duyemîn jî ji kesên nexwendan re ye ku dikare hezar û 500 penaber bihewîne."

Koçberê ji bejahiya bajarê rojhilatê Hemayê Cuma El-Xeraş got: “Em rêveberiyê spas dikin. Ji ber ku cih û ewlehî ji me peyda kir. Her wiha jî rêveberiyê di demên berê û niha de jî xizmeta koçberan kiriye û dike. Bi wê re jî jiyana li kampê baştir bûye."

Koçbera ji bejahiyên bajarê Humsê Mezna El-Ebid jî got: "Ne pêkan e kampa nû, bi kampa Tiwêhêniyê re bê hevrûkirin. Di kampa nû de, av, xizmetên bijîşkî û konên ji bo werza zivistanê, hene. Di kampa berê de di her konekê de di dema zivistanê de lehî çêdibû.”

Kampa Tiwêhêniyê bêserûber bû. Ji ber ku di rewşeke awarte de hat avakirin. Kon li ser erda şil û ne rastkirî hatibûn vegirtin. Ji ber ku li nêzî Bendava Firatê hat avakirin. Di dema baranê de axa li wir dibû herî. Ev jî rewşeke dijwar bû ji bo koçberan.”

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din