Urdun ji Tirkiyê re: Divê hûn dimildest êrîşan rawestînin

Urdun bang li dewleta Tirk a dagirker kir ku êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne.

Wezîrê Karê Derve yê Urdunê Eymen El-Sefedî li ser hesabê xwe yê twitterê  bang li dewleta Tirk a dagirker kir ku dimildest êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne û pirsgirêkan bi rêya diyalogan di çarçoveya qûnûna navdewletî de çareser bike.

El-Sefedî got: "Em binpêkirina axa Sûriyê û dijminahiya ku yekîtiya wê dixe xeteriyê red dikin". Her wiha anî ziman ku çareserkirina siyasî ya aloziya Sûriyê yekitî, hevgirtin û mafê welatiyan mîsoger dike, di heman demê de xeteriya terorê bi dawî dike.

Beriya niha jî Îmarat, Erebistana Siûdî, Misr, Behrên û Lubnan nerazîbûn nîşanî êrîşan dan û banga rawestandina wê kirin.


Mijarên Din