Urdinê biryara jihevxistina koma Îxwan El-Muslimîn da

Li gorî çavkaniyeke ji dozgeriya Urdinê, îro dozgeriyê biryara jihevxistina koma Îxwan El-Muslimîn a li welêt da.

Çavkaniya ku nexwest nasnameya xwe eşkere bike, ji AFP’ê re ragihand ku desteya qanûnî ya herî bilind li welêt biryar da ku koma Îxwan El-Muslîmîn were jihevxistin û nasnameya xwe ya qanûnî winda kiriye û rewşa xwe ya qanûnî li gorî qanûnên Urdinê sererast nekiriye.

Biryara duh hate dayîn piştî gilînameya komê ji Daîreya Erdan û Rûberan re pêşkêş kir û tê de daxwaza îbtalkirina veguhastina milkiyeta milkên ji komên Îxwan El-Muslimîn ên ku di aliyê hikum de hatine sekinandin, kirin.

Hikumeta Urdinê koma Îxwanan wekî komeke neqanûnî dihesibîne, ji ber ku li gorî qanûna partiyan û komeleyan a 2014`an, ruxseteke nû nestandiye.

(eh)


Mijarên Din