UNCEF: Zêdetirî 80 hezar zarok ji ber êrişa Tirkiyê koçber in

UNCEF got ku zêdetirî 80 hezar zarok ji ber êrişa Tirkiyê ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê koçber bûne û destnîşan kir ku tiştê ku rû dide "Yek ji aloziyên mirovahî herî xirab li cîhanê ye."

Payabilindekî UNCEF`ê li Sûriyê, ji Radyoya Neteweyî ya Amerîkayê (NPR) wiha got: "Êrişa leşkerî ku Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, rewşên mirovî pir kirêtîk li vê welatî çêkir, taybet ku zêdetirî 80 hezar zarok koçber in."

Nûnerê rêxistina UNCEF li Sûriyê Fran Aquisa ji Radyoya Amerîka re wiha got: "Di nav wan koçberan de ku hejmara wan 180 hezar e, nêzî 80 hezar zarok in, ew yek ji aloziyên mirovî herî xirab li cîhanê ye, me dît ku heta niha 5 zarok hatin kuştin û 60 kes birîndar bûn."

Fran Aquisa wiha domand: "Zarok di rewşeke pir kirêtîk de ne, ji ber ew malbatên xwe dibînin di rewşeke xirab de dijîn, ku bi lez cihê xwe diguherin, her wiha ji bombebaran û kuştina ku dibînin jî ditirsin."

(jo)

 


Mijarên Din