Umer: Dûrxistina Rêveberiya Xweser ji destûra nû aloziyê kûr dike

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, dûrxistina rêveberiyê ji komîteya amadekirina destûra nû ya Sûriyê, dê temenê aloziya Sûriyê dirêjtir bike.

Têkildarî destûra nû ya Sûriyê ku tê amadekirin, Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer ji ajansa me re axivî.

Umer balkişand ku, komîteya destûrî dê mîna komîteyên berê bê encam be û got: " Dûrxistina Rêveberiya Xwerser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê temenê aloziya Sûriyê dirêj bike ji ber ku hêzên navdewletî û herêmî negihaştin lihevkirinan. Kurdan û Rêveberiya Xweser  a nûnerê  hemû pêkhateyên herêmê dike ku zêdetirî ji sedî 30 ji rûbera Sûriyê ji terorê rizgar kiriye hatin dûrxistin." 

Umer diyar kir ku avakirina vê komîteyê tenê ji bo qezenckirina demê hat.

Di nav gotinên xwe de Umer destnîşan kir ku wan gelek name bi navaroka; eger nûnerên Rêveberiya Xweser ji komîteya destûrî hatin dûrxistin encamên wê wan eleqedar nakin.

Umer îşaret pê kir ku di nîqaşên wan de yên bi şandeyên ku serdana herêmê dikin re, komîteya destûrî mijara sereke ya nîqaş bû û wiha domand: "Me û şandeyên serdana vir kirine çi şandeyên amerîkî yan jî brîtanî yan jî fransî yan jî almanî me teqez kir ku çareseriya aloziya Sûriyê bê tevlikirina me ne pêkan e. "

Sedema dûrxistina Rêveberiya Xweser "Veto ya Tirkiyê ye"

Her wiha Umer balkişand ku sedama dûrxistina wan ji prosesa siyasî û komîteya destûrî, vetoya tirkî ye û wiha berdewam kir: "Bi vê rêbazê alozî çareser nabe. Her destûrek nêrîna tevahiya pêkhateyên Sûriyê tê de tune be wê kêm bimîne."

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer diyar kir ku ew bi diyaloga sûrî-sûrî û çareseriya aştiyane ya aloziyê re ne.

(şx)

ANHA


Mijarên Din