Turkman û Ermen: Em destwerdana Tirkiyê red dikin

Şêniyên ji pêkhateyên Turkman û Ermen ên kantona Girê Spî gotin: “Em dest ji axa xwe bernadin. Em destwerdana Tirkiyê ya di Sûriyê de red dikin.”

Dewleta Tirk a dagirker destwerdanên xwe yên di karûbarên Sûriyê de didomîne. Gefên êrîşkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dubare dike. Tirkiye bi vê yekê qanûnên navdewletî yên ku êrîşên dewletekê li ser axa dewleteke din qedexe dikin, binpê dike.

Ji wê zêdetir dewleta Tirk nerazîbûnên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî siyasetên wê, paşguh dike. Şêniyên herêmê tekez dikin ku ew her destwerdanek nû ya Tirkiyê di axa Sûriyê de red dikin. Her wiha destnîşan dikin  ku pêwîste şêniyên herêmê dûrî destwerdanên derve  xwe bi xwe rêve bibin.

Ajansa me nêrînên şêniyan ên ji pêkhateyên Turkman û Ermen ên kantona Girê Spî girtin.

Şêniyê bi navê Tirkî El-Xelîl ê ji pêkhateya Turkman got: "Siyaseta Erdogan siyaseteke binketî ye û nayê qebûlkirin. Tevahiya pêkhateyên kantonê di nav aştiyê de ne. AKP dibêje ew dixwaze Turkmanan biparêze. Lê dema guleyek ji sînor ve ber bi herêmê ve were berandin cudahî naxe di navbera ti kesî de. Ji destpêka aloziyê ve Erdogan aloziya Sûriyê bi kar anî da ku hesabê xwe bi pêkhateya Kurd re safî bike. Lê ev pêkhate tevneke di nav me de ye û em bi hev re bi hezkirin dijîn. Gelo pirsgirêk di vir de çi ye?"

Girêdayî heman mijarê Sonya Sanosiyan a ji pêkhateya Ermen got: "Em xwediyê vê erdê ne, ne ku mîna Tirkiyê îdia dike ye. Em qebûl nakin ku Tirkiye destwerdanê di karûbarê me de bike. Eger Tirkiye herêmê dagir bike dê gelên herêmê qir bike. Mîna ku Osmaniyan komkujî li ser gelê Ermen pêk anî.”

Sonya wiha domand: "Erdogan îdia dike ku xwediyên vê erdê yên rastîn, ber bi Tirkiyê ve hatine koçberkirin. Lê ez dixwazin tiştekî di vir de diyar bikim, em xwediyên vê erdê yên rastîn in. Pêşiyên me ji komkujiya Ermen di sala 1915`an de ber bi Girê Spî ve reviyan. Dema Girê Spî çolistan bû wan bajar ava kir. Ew şaştî dubare nabe em dest ji axa xwe bernadin û nahêlin ji Tirkiyê re.”

Şêniyê bi navê Mihemed El-Hemdan ê ji pêkhateya Turkman got: "Erdogan di dazgehên çapemeniyê de dibêje ku “kesên li Girê Spî ne, ne xwediyê vê erdê ne”. Ev gotin ji bingehê ve ne rast in. Pêkhateyên kantona Girê Spî bi sed salan in bi hev re ne û em xwediyên vê axê ne."

El-Hemdan wiha berdewam kir: "Bi keda  ciwanên xwe me teror li herêmê têk çû. Em nahêlin Erdogan careke din terorê vegerîne herêmên me."

Di dawiyê de El-Hemdan got: "Em li Girê Spî ne û em şêniyên wê yên resen in. Tirkiye bi îdeayên xwe dixwaze herêmê dagir bike. Ev daxuyaniyên wî ji rastiyê dûr in û armanca wî ya tekane vejandina serdema Osmanî ye."

(şx/bm)

ANHA

 


Mijarên Din