Tunisê daxwaza Xenoşî ya bidawîkirina protestoya parlamenteran red kir

Wezareta Karên Hundir a Tunisê daxwaznameya serokê tevgera Nehdayê Raşid Xenoşî ji bo bidawîkirina çalakiya Ebîr Mûsa ya ku li dijî birêvebirina wî civînan di parlamentoyê de li dar xistiye, red kir.

Li gorî toreya Erebiye Net ku parlamenterên partiya muxalif bi serkêşiya Ebîr Mûsa destnîşan kir ku wezîrê karên hundir Hîşam Mişîşî daxwaza serokê parlamentoyê ji bo ku protestoyê bi dawî bike, red kir.

Parlamenterên koma Destûrê Azad hefteya borî piştî gengeşeya bi Îtîlafa Keramê re çalakiyek li parlamentoyê li dar xist. Di encamê de civînên parlamentoyê rawestîn.

Parlementerên Destûra Azad li dijî kiryar û hewldanên Xenoşî û Îtîlafa Keramê ku alîgirên wê ye, ji bo derbasbûna terorîstan ji parlamentoyê re, çalakiya protestoyî li dar dixin. Ebîr Xenoşî bi sponseriya terorê û pêkanîna ajandayên Îxwan Muslimîn a li Tunisê tawanbar dike.

Tevgera Nehda duh di daxuyaniyê de çalakiya Ebîr Mûsa û gelek endamên partiya wê bi binpêkirinê wesifand.

 (şx)


Mijarên Din