'Tunebûna Rêveberiya Xweser di amadekirina destûrê de tê wateya hevpeymanek civakî ne demokratîk’

Cîgirê Serokê Partiya Nûjen a Demokratîk Mehir El-Temran tekez kir ku eger Rêveberiya Xweser û pêkhateyên Bakurê û Rojhilatê Sûriyê tev li xebata amadekirina destûra nebin, tê wateya têkçûnê vê xebatê.

Cîgirê Serokê Partiya Nûjen a Demokratîk û nûnerê partiyê di nava Rêveberiya Xweser Mehir El-Temran di hevdîtinekê de li gel ajansa me girêdayê encamên dûrxistina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji xebata amadekirina destûra Sûriyê axivî.

Nûnerê Navneteweyî ji Sûriyê re Gir Pederson texmîn kir ku di dawiya meha Îlonê de dê komîteya destûrê were avakirin.

El-Temran di destpêkê de got: "Dûrxistina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteya amadekirina destûrê bi texmîna min tê wateya du tiştan ên ku bi hev ve girêdayî ne. Ya yekê, hîmên rûniştandina çareseriyê li Sûriyê hîna negihiştine.  Tunebûna tîma çalak û bingehîn di hilberandina çareseriyê de tê wateya ku ew hîna nikarin çareseriyê pêk bînin. Dema ji pergala hilberandina çareseriyên re rêzdarî tune be, ev tê wateya ku êş û azarên domdar li benda vî welatî û gelê Sûriyê ne. Ya duyemîn jî,  derfet ji tirkan re hatiya dayîn da ku gihiştina bingehîn a ji bo runiştandina çareseriya siyasî asteng bike. Her wiha rê dane Tirkiyê ji bo ku nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteya destûrî dûr bixe."

El-Temran wiha domand: "Di rastiyê de tu bedîlek din ji bilî tevlikirina tevahiya aliyên Sûriyê di vedîtina çareseriyê de tune ye eger civaka navdewletî û aliyên çalak di Sûriyê de bixwazin azara Sûriyê tune bikin. Ew alî bi awayekî diyar dibêjin ku nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê aliyek sereke û bingehîn di xêzkirina pêşeroja welêt de û nabe werin paşguhkirin."

El-Temran sedema wesifandina wê destûr bi damezirîne wiha diyar kir: “Damezirîner ji ber ku destûrek nû ye û dê bingeha ku rewabûna navdewletî li ser li hev kiriye da ku Sûriyeyek nû ava bibe. ji bo pêkanîna veguhestina siyasî  ya ku ji destpêka Adara 2011`an ve ji ber serhişkiya rejîmê û redkirina bersivdayîna çalakiyan, hatiye paşguhkirin.”

El-Temran wiha domand: “A rast ku di hevpeymana civakî ya ne demokratîk ya di destûra Sûriyê beriya sala 2011`an ve, tiştên şaş werin sererastkirin.”

El-Temran anî ziman ku dûrixistina Rêveberiya Xweser ji destûr bi rêya dûrxistina nûnerên wê bi tevlêbûna destûrê, wê ev hevpeymana civakî ji aliyê binesaziyê ve were têkbirin û hîmanên aloziyê û ne istiqrarê li Sûriyê dewam bikin, ev yek jî encama avakirina hevpeymaneke civakî ya ne demokratîk e.”

Mahir El-Temran di dawiya axaftina xwe de, ne tevlêbûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di komîteya destûr, an jî dûrxistina wê û rêveberiya wê di destûra nû de, wê hemû xebatên ji bo destûra nû ya Sûriyê werin têkbirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din