Tundiya li ser jinan li taxa Şêxmeqsûdê hate şermezarkirin

Tundiya li ser jinan bi meşeke girseyî li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hate şeremzarkirin.

Meş ji aliyê Navenda Yekitiya Jinên Ciwan a Şehîd Tîmav a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê ve hate lidarxistin.

Bi dehan jinên taxê, di nav de endanên saziyên sivîl û Yekitiya Jinên Ciwan beşdarî meşê bû.

Meş ji hola civînan a beşê rojavayê taxa Şêxmeqûsdê dest pê kir. Jinan alên Tevgera Jinên Ciwan û posterên Rêber Abdullah Ocalan hildan û diruşmeyên "Jin jiyan e" qir kirin.

Meş li ber navenda Şehîd Tîmav a beşê rojhilatê taxê rawestiya.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Hemrîn Qasim axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide gelê Kurd qir bike û nasname û çanda wê qir bike. Lê jinên azad li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker sekinîn."

Hemrîn destnîşan kir ku dewleta Tirk di nav bêdengiya navdewletî de binpêkirinên ne exlaqî û ne mirovî li dijî gelên herêmê bi taybet li dijî jinan pêk tîne. Her wiha got, divê dewleta Tirk ji ber sûcên ku pêk tîne were muhasebekirin.

Di dawiya çalakiyê de jinan diruşmeyên şermezarkirina tundiya li ser jinan û banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan berz kirin.

ANHA


Mijarên Din