‘Tu kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê berxwedana me lewaz nake’

Şêniyên bajarê Qamişlo li dijî êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê yên DAIŞ gotin berxwedana wan tu kes nikarê bişkîne.

Îro taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo li Kolana Munîr Hebîb li nêzî Xwaringeha Omerî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê teqînek pêk anîn. Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 3 sivîl şehîd bûn û 9 jî birîndar ragihandin.

Gelê bajarê Qamişlo jî li dijî van kiryarên DAIŞ û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwestên xwe diyar kirin û gotin li dijî hemû êrîşan ew ê heya dawî li berxwe bidin û axa xwe bernadin.

Nefya Esxad anî ziman ku dewleta Tirk bi zanebûn van teqînan pêk tînin û got:“Dewleta Tirk encama têkçûna xwe teqîn û êrîşan li ser herêmên me çêdike. Bijî hêza gelê me. Em qebûl nakin ku dewleta Tirk êrîşî herêmên me bike. Em dev ji malên xwe bajarên xwe nakin. Çi dibe bila bibe em ê heya dawî li berxwe bidin.

Xelîl Îbrahîm jî destnîşan kir ku heya dawî berxwedana xwe wê berdewam bibe û got: “Ev êrîş û hovîtiyên dewleta Tirk tu carî vîna me têk nabe û em ji warên xwe dernakevin. Me hemûyan çek hildayê û 24 saetên li kolanan de welatên xwe diparêzin. Dewleta Tirk tu carî nikarê derbasî herêmên me bibe û em destûr jî nadin.”

(mk)

ANHA


Mijarên Din