Trump ji ber wergirtina DAIŞ`yan gefan li Ewropa dixwe

Serokê Amerîkayê Donald Turmp gefa vegera welatiyên xwe yên beşdarî DAIŞ`ê bûne li dewletên ewropî xwar, an na dê wan serbast berdin.

Malpera fermî ya Koşka Spî diyar kir ku serokê Amerîkayê ji civîna çapemeniyê re kifş kir ku:"Li cem hevkarên me QSD`ê bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê hene, em dixwazin Ewropayê wan wergirin."

Serok Trump wiha berdewam kir:"Bihêlin em binêrin ka wê welatên wan, dê wan werbigirin, an heke wan wernegirin, dibe ku em em wan serbest berdin."

Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku 2 hezar û 500 çete ji hemwelatiyên welatên Ewropayê di destê hêz û hevkarên wan ên li Sûriyê û Iraqê de ne.

(eh)

 


Mijarên Din