​​​​​​​Trump gefa qutkirina têkiliyan bi Çînê re xwar

Serokê Amerîkayê Donald Trump gefa qutkirina têkiliyan bi Çînê re xwar û got, ew di dema niha de naxwaza bi hevpîşeyê xwe yê Çînê Xi Jinping re biaxive.

Li gorî APF, Trump di hevdîtinê li gel kenala "Fox Business" de got: " Têkiliyên min pêre baş in. Lê dema niha naxwazim li gel biaxivim."

Serokê Amerîkayê, got, helwesta Pekînê ya derbarê bealvbûna vîrusa nû "Koronayê" de wî bê hêv kir.

Têkildarî pirsa girêdayî tedbîrên întîqamê yên ku dê bigirin, Trump ev tişt anî ziman: "Gel tişt hene em dikarin bikin. Em dikarin tevahî têkiliyên xwe bi Çînê re qut bikin."

Demek beriya niha Donald Trump, Çînê tewanbar kir ku agahiyên derbarê vîrusê de veşart û bû sedema belavbûna pandemiyê li cîhanê.

 


Mijarên Din