Trump: Em ê hebûna leşkerî li Polonyayê xurt bikin

Îro serokê DYA’yê Donald Trump îşaret bi xurtkirina hebûna leşkerî ya DYA’yê ya li Polonyayê kir û got têkiliyên wê bi Rûsyayê re tune ne.

Di navbera komxebata Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku li New Yorkê bi rê ve çû, serokê Amerîkayê dema bi hempîşeyê xwe yê Polonyayê Andrzej Sebastian Duda civiya, îşaret bi xurtkirina hebûna DYA’yê li Polonyayê kir û got tu têkiliyên wê bi aloziya bi Rûsyayê re tune ye.

Her wiha Trump got Polonya dê bi avakirina nuqteyan ji bo pêşwazîkirina leşkerên nû ku dê ji baregehên din ên Ewropayê werin, rabe.

Li gorî nûçeya AFP`ê, Trump wiha got: “Ez wisa difikirm ku gelê Polonyayê dê nuqteyan ji bo me ava bike û lêçûnê bigire ser xwe.”

Der barê armanca plana di çarçoveya xurtkirina hevbeş a leşkerî û ragihandinê wê de, Trump agahiyên berfireh nedan.

Di xalên hevpeymanê de îşaret bi zêdekirina hejmara leşkerên DYA’yê yên li Polonyayê di operasyonan de nobetdar in kir û diyar kir ku hejmara leşkeran 4 hezar û 500 divê bibe hezar leşker, li ser vî esasî Trump got, bi piranî dê leşker ji baregehên din ên Ewropayê werin veguhastin.

(eh)


Mijarên Din