Trump: Eger Tirkiyê ji sînorê xwe derkeve ez aboriya wê wêran bikim

Serokê Amerîkayê, Donald Trump ê têkildarî gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: "Heger Tirkiyê ji sînorê xwe derkeve, ez ê aboriyê wê wêran bikim."

Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek nû da. Trump got, "Pêwîst e Tirkiyê li gel Ewropayê û aliyên din, bêtir çavdêriya çekdarên dewleta îslamî û malbatên wan bikin".

Trump her wiha anî ziman ku , "Amerîkayê gelek zêdetir ji bendewariya her kesî kiriye, weke girtina 100% a xelafeta DAIŞ‘ê".

Trump ragihandin  "Ez dê aboriya Tirkiyê wêran bikim, eger ku li gel zanebûna min a mezin û bêmînak li hev negire, û ji sînorê xwe derkeve."


Mijarên Din