Toreke nû ji Astanayê destpê dike

Sibê tora 14`emîn ji civînên Astenayê ku dewletên garanator (Rûsya- Tirkiye-Îran) birêve dibin ku ji ber pirsgirêkên di navbera wan de û êrişa Tirkiyê Her wiha binketina komîteya destûrê hatibû taloqkirin, destpê dike.

Tora 14`emîn ya Astanyê bi serpereştiya (Rûsya- Tirkiye-Îran) sibê sêşemê destpê dike û du rojan dewam dike.

Diviyabû ku tora 14`emîn ya civînan di nîvê Mijdara borî de bihata li dar xistin, Lê belê Wezareta Karên Derve ya Kazexistanê civîn heta destpêka Kanûnê taloq kir. Beriya ku dema nû were diyarkirin.

Taloqkirina vê tora civînan bi êrişa Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hemwext bû. Piştî wê jî lidarxistina tora duyemîn ya civînên komîteya destûrê, bi binket.

Di heman demê de, ragişiya li herêma Idlibê û derdorê wê di navbera rêjîma Sûriyê bi piştgiriya Rûsyayê û komên çeteyan ên girêdayî Tirkiyê de, zêde bû.

Civînên Astana yê di Çileya 2017 de piştî nêzîkbûna Rûsya, Tirkiye û Îranê di mijara Sûriyê de, destpê kirin û heta niha 13 tor hatine li darxistin.

Ev torên civînan ji bi behaneya pêkanîna aşîtiyê ji bo gelê Sûriyê, hatin destpê kirin. Lê belê ji dema lihevkirina her sê dewletan li ser peyman "kêmkirina rageşiyê" di tora çaremîn de, rewş li herêmê aloztir bû.

Rûsya û Tirkiyê li ev peyman ji bo berjewndiyên xwe bikar anîn. Li gorî wê Tirkiyê herêmên di destê xwe de radestî hêzên rêjîmê kir û bi hezaran çeteyên ji Xota û Helebê û Himsê tevî malbatên wan li Efrîn û herêmêm Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi rêya vê peymanê dagir kirin, bi cih kirin

Gelê Sûriyê beriya destpê kirina her toreke van civînan, dikeve nava metirsiyê.

Di van civînan de çareseriyeke ku şerê Sûriyê bi dawî dike derneket, lê belê bi hezaran kes ji malên wan da koçber kirin. Her wiha komîteya destûrê ku li derve hate avakirin, heta niha di lidarxistina civînên xwe de bi bin ket.

Rûsya bi fermandariya çalakiya siyasî li Sûriyê, hewl dide ku peymana Cinêvê vala were derxistin û li şûna wê peymana Astanayê esas were girtin.

(cx)

 

 


Mijarên Din