Tîmên tenduristiyê ji bo pêşîlêgirtina Koronavîrusê seferber in

Kadroyên tenduristiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo ku li pêşiya belavbûna Koronavîrusê bigirin xebatên xwe zêde kirin. Gelek endamên tîmên awarte yên kantona Şehbayê dibêjin barê herî mezin dikeve ser milê wan da ku vê rewşê derbas bikin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Koronavîrus (Covid-19) bi lez belav dibe. Heta niha 119 kes bi vîrusê ketine û çend kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Tîmên tenduristiyê yên Heyva Sor a Kurd û bijîşkên pispor bi hemû hêza xwe hewl didin vîrusê xilas bikin û nexweşan derman bikin. Li aliyekî din Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 10 nexweş baş bûne.

Li kantona Şehbayê di Nexweşxaneya Avrîn û navendên Heyva Sor a Kurd de tîmên tenduristiyê ji dema belgekirina yekemîn nexweşên Koronavîrusê ve dest bi serfeberiyê kiriye.

Pisporê mîkrobiyolojiyê û serokê Komîteya Rewşên Awarte ya Koronavîrusê ya Nexweşxaneya Avrîn a herêma Efrînê Hogir Ebdo got: "Beriya sê mehan me tedbîrên pêwîst di vî warî de girtin, heta ku me qedexeya derketina derve jî ferz kir.”

Hogir Ebdo wiha domand: "Piştî belavbûna Koronavîrusê li cîhanê, pêla yekem li Sûriyê bû. Piştre hêdî hêdî belav bû û gihaşt bajarê Helebê û derdora 60 kesan jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku bajarê Helebê li nêzî kantona Şehbayê ye, bêguman vîrus wê bigihaşta kantonê.”

Ebdo wiha pê de çû: "Yekemîn nexweşê Koronavîrusê li navçeya Ehresê bû. Ew jî mêrek bû ku ji bajarê Helebê vegeriyabû û nexweşiya dil pê re hebû. Di encama vegirtina vîrusê de jiyana xwe ji dest da."

Hogir Ebdo destnîşan kir ku wek kadroyên tenduristiyê barê mezin ê wan e. Ji ber ku her tim li nexweşxaneyan in û herî zêde ew bi vîrusê rû bi rû dimînin.

ALAVÊN XWEPARASTINA JI VÎRUSÊ Û DERFET KÊM IN

Di nav gotinên xwe de Ebdo diyar kir ku li Nexweşxaneya Avrîn mask û lepik kêm in. Lê dîsa jî divê werin lixwekirin. Ebdo ev tişt li axaftina xwe zêde kir: "Divê kadroyên tenduristiyê maskên M95 li xwe bikin, nexasim di odeya neştergeriyê de. Lê ji ber tune ne em li xwe nakin. Li aliyekî din jî rêxistinên mirovî jî alîkariya me nakin. Lewma îhtîmal heye ku hejmara nexweşên Koronavîrusê li kantona Şehbayê zêde bibe. Nexweş heta bi rêjeya ji sedî 80 nizanin ku nexweş in. Ev jî derfeta veguhestina nexweşiyê ji sedan kesan re çêdike. Bi taybet nexweşên dil, şekir an jî nexweşên gurçikan.”

Pisporê mîkrobiyolojiyê Hogir Ebdo got ji bo parastina malbata xwe, ji beriya 5 rojan ve ew neçûye malê. Her wiha gelek kadroyên tenduristiyê di dirêjahiya 24 saetan de di nexweşxaneyê de dimînin.

Endamê Komîteya Rewşên Awarte ya Heyva Sor a Kurd Cudî Hec Reşîd jî bal kişand ser ji dema belavbûna nexweşiyê ve, ew bê navber kar dikin û bi rêjeya ji sedî 70 ji endamên Heyvê bi dilxwazî kar dikin da ku şêniyan biparêzin.

Cudî Hec Reşîd der barê astengiyan de axivî û bi lêv kir ku ji dema ku vîrus li kantonê belav bûye ve, wan nuqteyên tenduristiyê yên daîm û gerok danîne. Bendên kontrolê yên tenduristiyê kesên ji bajarê Helebê derbasî kantonê dibin, test dikin û dibin Nexweşxaneya Avrîn da ku ji rewşa wan piştrast bibin.

HIKUMETA SÛRIYÊ NABE ALÎKAR

Cudî Hec Reşîd destnîşan kir ku tevî ku vîrus li kantonê belav bûye jî lê hikumeta Sûriyê tu helwest nîşan nedane. Heta ku tu alîkariyên pêwîst jî pêşkêş nekirine, çûn û hatina sivîlan ber bi kantonê ve qedexe nekiriye. Ji ber wê kadroyên tenduristiyê neçar dimînin testan ji kesên têne kantonê re çêkin.

(bx-eh)

ANHA


Mijarên Din