Tîmên agirkujiyê yên Minbicê şewata li zeviya gundê Usceliya Mezin kontrol kir

Li naverasta zeviyên çandiniyê yên ceh ên gundê Usceliya Mezin ê li gundewarên rojavayê bajarê Minbicê şewat çêbû, her wiha tîmên agirkujiyê şewat kotrol kir.

Îro danê nîvro li zeviya çandiniyê ya ceh a li gundê Usceliya Mezin ê li rojavayê bajarê Minbicê şewat çêbû, di encamê de beriya ku tîmên agirkujiyê yên Minbicê bi alîkariya şêniyan xwe bigihînin cihê şewatê û vemirînin 2 hektar şewitîn.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2020/05/15/104319_102336_minbic-sewata-zeviyan-28129.jpg

Heta niha sedema şewatê nayê zanîn.

(fr)

ANHA


Mijarên Din