Tîma Zilzal bû şampiyona turnuveya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

Di turnuveya futbolê ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li ser asta Helebê de Tîma Zilzal bû şampiyon.

Turnuveya futbolê ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hate lidarxistin.

Turnuve 10'ê Tîrmeha borî bi beşdarbûna 24 tîmên li ser asta Helebê dest pê kir. 24 tîm li ser 4 koman hatin belavkirin û li stada Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê lîstin.

Maça dawî ya turnuveyê di navbera Tîma Zilzal û Tîma Şaredariyê de hate lîstin û bi serkeftina tîma Zilzal bi 12 nuqteyan li beramberî 10 bi dawî bû.

Di dawiya turnuveyê de Tîma Zilzan wekî şampiyona turnuveya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hate xelatkirin.

ANHA


Mijarên Din