Tîma Qamişlo di turnuveya voleybolê de biser ket

Tîma Qamişlo di turnuveya voleybolê ya di navbera tîmên Tirbespiyê, Til Koçer û Dêrikê de bû yekem.

Tîmên Qamişlo, Tirbespiyê, Til Koçer û Dêrikê beşdarî maça dewrî ya Şehîdên Asayîşê bûn. Di dawiya maçê de tîma Qamişlo li beramberî tîma Til Koçerê biser ket. Her wiha tîma Tirbespiyê li beramberî tîma Dêrikê biser ket. Bi vê yekê tîma Qamişlo û Tirbespiyê derbasî mata dawî bûn.

Paşê her du tîm beşdarî maçên dawî bûn, tîma Qamişlo bi 2 nuqte hemberî sifrê biser ket.

Piştî maç bidawî bû, hersê tîmên yekemîn ku biser ketin, hatin xelat kirin. Tîma Qamişlo ya yekemîn, paşê tîma Tirbespiyê û ya sêyemîn tîma Til Koçer.

Tîm ji aliyê fermandariya giştî ya Hêzên Asayîşê û bi beşdarbûna Hevserokê desteya hundirîn a herêma Cizîrê, hatin xelatkirin.

Merasîmên dawî bi dirûşmeyên silavkirina şehîdan û kêfxweşbûna tîma Qamişlo, bidawî bû.

ANHA


Mijarên Din