Tîma Jinan a Amûde bû şampiyonê turnuvaya futbolê  Sûriyê

Tîma Jinan a Amûdê ya futbolê di turnuvaya futbolê ya jinan li ser asta Sûriyê ya 2019-2020`an de bû şampiyon.

Turnuvaya futbolê ya jinan cara yekemîn li paytexta Sûriyê Şamê di 16`ê Çileyê de li stada El-Celaa li Şamê bi tevlibûna 7 tîman di nav de tîmên jinan ên Amûde, Siweyda, Hims, Şam  û  Hemayê destpê kir.

Tîma Jinan a Amûdê ya futbolê di nav amadekariyên turnuvayê de  di 14`ê Çileyê de çû bajarê Şamê.

Li gorî endamê rêveber ê tîmê Ibrahîm Elî Tîma Jinan a Amûde bi tevahiya tîmên beşdar re lîst û bi serket. Îro maça dawîn bi Tîma Jinan a Ceremana lîst û bi encama 3-0 bi serket. Di dawiyê de bû şampiyon.

Tê payîn ku tîma jinan a Amûde ya futbolê Şemiya bê vegere Qamişlo.

Tîma Jinan a Amûde ya futbolê di sala 2016`an de ava dibe. Di gelek turnuvayên futbolê de yên ku li ser asta herêma Cizîrê hatine orgenîzekirin beşdar dibe.

Her wiha gelek lîstokvanên jin ên tîmê di Tîma Jinan a Sûiyê de tev li turnuvaya 19`emîn Kasa Neteweyî Asyayê ya ku li Urdunê di 2018`an de lidar ketiye bûn.

(şx)

ANHA


Mijarên Din