Tîma destwerdana destpêkê rakirina cenazeyan ji gorên komî didomîne

Tîma Destwerdana Destpêkê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi rakirina cenazeyan ji gora komî ya li gundê Kesret Efnan a bejahiya başûrê Reqayê kir.

Tîma Destwerdana Destpêkê ku rakirina cenazeyan ji goristana El-Telayî bi dawî kir, îro dest bi rakirina cenazeyan ji gora komî ya li gundî Keser Efnan a bejahiya başûrê Reqayê kir. Ev gor ya 17`emîn e ku cenaze jê hatin rakirin.

Tîm xebatên xwe yên rakirina cenazeyên sivîl û çeteyan didomîne. Heta niha hejmara wan bûye zêdetirî 5 hezar û 200 cenazeyan ku ji 16 gorên komî ji cihên cuda hatine rakirin.

Tîma destwerdanê 6 cenaze ji gora komî ya li gundê Kesret Efnan ji wan jin û zarok, derxistin. Yek ji rêveberên tîmê Yasir El-Xemîs diyar kir ku di gora komî de nêzî 25 cenaze hene û piraniya wan sivîl in.

Yasir El-Xemîs destnîşan kir ku şêniyan gelek agahî dan wan, her wiha gotin goreke komî ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatiye kirin û hejmareke çeteyên xwe tê de veşartine, her wiha cenazeyên sivîlan jî tê de hene, yekser berê xwe da goristana li gundê Kesret Efnan. El-Xemîs got heger nasnameyên cenazeyan neyên naskirin, ew cenazeyan dibin goristaneke taybet.

Tê zanîn ku tîma destwerdana destpêkê derxistina cenazeyan ji goristana Telayî bi dawî kiriye, ji gorê 800 cenaze ku piraniya wan ên çeteyên DAIŞ`ê ne, derxistin û bi rêya cilên wan ên leşkerî hatin naskirin.

(bx)

ANHA

 


Mijarên Din