Tîma Berxwedan a ciwanan di turnuvaya Şehîd Şîlan a futbolê de bi ser ket

Tîma Berxwedan bi 4 golan di turnuvaya Şehîd Şîlan a fotbolê ya ciwanan a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê de li hember tîma Hevbendiya Nîştimanî bi 3 golan bi ser ket.

Partiya Yekitiya Demokratî (PYD) di 1’ê Cotmehê de turnuvaya futbolê bi navê Şehîd Şîlan a ciwanan li taxa Şêxmeqsûdê bi beşdariya 10 tîman li dar xist.

Maça dawîn îro di navbera tîma Berxwedan a PYD’ê û Tîma Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk li Sûriyê de li yarîgeha Berxwedana Şehîdan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li taxa Şiqeyif a Helebê de li dar ket.

Maç bi serketina tîma Berxwedan bi 4 golan li hember tîma Partiya Hevbendiya Nîştimanî bi 3 golan bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din

Li Efganistanê teqîn