`Têkoşîna QSD`ê, rengekî hevkariya Kurd-Ereb ya di serdema Selahdîn de ye`

Cîgirê Serokê Navenda Erebî ya Lêkolînên Siyasî û Stratejîk Dr.Mixtar Mihemed Xibaşî got:"Têkoşîna QSD`ê li dijî DAIŞ`ê wekî rengekî hevkariya Kurd û Ereban di serdema Selahedîn ya li welatê Şam û Misirê ye.  Ji ber vê yekê têkilî û diyaloga kurdî-erebî dikare bi ser bikeve."

Rêxistina Geşkirin û Pêşxistinê ya Misirê duh bi navnîşana "Di çarçoveya geşedan û astengiyên heyî de, girîngiya têkiliyên Kurd û Ereban” forumek bi rêya Zoomê li ser asta Rojhilata Navîn li dar xist.

Gelek kesayetên rewşenbîr, siyasetmedar, lêkolînvan, rojnamevan, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd û gelek çalakvan ji gelek dewletên Rojhilata Navîn, beşdarî forumê bûn. Di foruma ku sê saetan dewam kir de, mijarên wekî" Di vê demê de çima peywendiyên Kurd û Ereb?”, “Li hemberî destwerdanên li ser herêmê rola Ereb û Kurdan”, “Pêşeroja danûstendinên Kurd û Ereban”, "Rola civaka sivîl di aktîvkirina diyalogên Kurdî-Erebî de"û"Giringiya çandê di diyalogê de" hatin nîqaşkirin.

Têkildarî mijarê, Cîgirê Serokê Navenda Erebî ya Lêkolînên Siyasî û Stratejîk Dr.Mixtar  Mihemed Xibaşî ku yek ji rêveberên forumê bû, ji ajansa me re axivî.

ÇARÇOVEYEKE HEVBEŞ A KURD Û EREBAN

Dr.Mixtar Mihemed Xibaşî di destpêka axaftina xwe de, da zanîn ku ev forum giringiyeke xwe ya pêşxistina têkiliyên Kurd-Ereban heye û wiha dewam kir:"Rewşa Kurdan û Ereban a niha pêwîstiya xwe bi çareseriyeke mezin heye. Bi wê re jî em ê bikarbin çarçoveyekî hevbeş a Kurd û Ereban çêbikin."

Dr. Xibaşî bal kişand ser giringiya ewlehiya neteweyî ya erebî di çareserkirina doza kurdî de û ev nirxand kir:"Bi nêrîna min heya ku doza kurdî neyê çareserkirin, ewlehiya neteweyî ya erebî nayê xurtkirin. Lewra lidarxistina vê forumê da ku bibe bingeh û forumê bi vî awayî her tim werin lidarxistin, gelek girîng e."

Her wiha destnîşa kir ku di forumê de, mijarên cihêreng hatin nîqaşkirin û wiha got:"Mijarên wekî çima têkiliyên Kurd-Ereban niha giring e, her wiha rola Kurd û Ereban di sekinandina li hemberî êrişên mêtingeriyê yên li ser herêmê, hate şirovekirin. Di heman demê de, rola rêxistinên civaka sivîl û navendên lêkolînan û rola çandê di aktîfkirina diyaloga kurdî-erebî de hatin nirxandin."

Dr. Xibaşî perwerdekirina gerîlayan azadiya Kurdistanê bi tevgerên li Filistînê re bi bîr xist û got:"Di salên 80`î de, hin endamên PKK`ê bi hin tevgerên li Filistinê re perwerde dibûn û buyera li keleha Şiqeyif wekî tabloyeke hevkarî ya giring a Kurd û Ereban li dijî Îsraîlê bû."

Girêdayî giringiya lidarxistina forumên têkiliyên kurdî-erebî, Dr. Xibaşî got:"Gelek giring e ku ev forum li Sûriyê yan li Iraqê, an li Lubnan an jî li Urdunê were lidarxistin."

'KURD BEŞEKE GIRING JI EWLEHIYA NETEWEYÎ YA EREBÎ NE'

Dr.Mixtar Xibaşî destnîşan kir ku di forumê de wan girîngî da pêşxistina têkiliyên erebî-kurdî û wiha domand:"Di forumê de hate piştrastkirin ku Kurd beşeke giring ji ewlehiya neteweyî ya erebî ne. Her wiha hate gotin ku gelek tiştên hevbeş ên di navbera Kurdan û Ereban de hene, ku wê bibin bingeha van têkiliyan."

Her wiha bal kişand ser têkoşîna QSD û serdema Selahedîn û ev nirxand kir:"Têkoşîna QSD`ê ya li dijî DAIŞ`ê rengekî hevkariya Kurd û Ereban a di serdema Selahedîn ya li welatê Şam û Misirê de ye. Ji ber vê yekê jî têkilî û diyaloga kurdî-erebî dikare bi ser bikeve û dikare çarçoveyeke hevbeş a mezin ava bike."

Dr. Xibaşî got neteweya Kurd li ser asta cîhanê hejmara wan 40 milyon e û li herêmên startejîk bi cih bûne, ji ber vê yekê jî gelek giring e ku bibin beşeke giring ji ewlehiya neteweyî ya erebî.

Cîgirê Serokê Navenda Erebî ya Lêkolînên Siyasî û Stratejîk Dr. Mixtar Mihemed Xibaşî di dawiya nirxandina xwe de got:"Di forumê de, behsa giringiya lidarxistina kongreyeke neteweyî ya mezin a Kurd û Ereban hate kirin. Her wiha di forumê de hate gotin ku divê nûnerên Kurdan di Komara Erebî û Neteweyên Yekbûyî de jî hebin."

ANHA


Mijarên Din