Têkoşerekî ku li rex zarokên xwe tê koşiya

Apê Mihemed û zarokên wî bawer kir ku fedakarî rêya xilasiya ji terorê û planên ku li dijî gelê herêmê ye. Bi vê yekê bûn nimûneya berztirîn a wateyên fedakarî û fedayetiyê.

Bi destwerdana hêzên ji derve tevgera gelêrî ya Sûriyê veguherî nakokiyên ku xizmeta ajandeyên derve dikin. Bi vê yekê firsetek ji bo derketina komên çete li Sûriyê ava bû. Piştre li tevahiya herêma Rojhilata Navîn belav bû. Ji ber vê yekê hejmareke mezin ji gelê Sûriyê têkoşîn û berxwedan ji bo parastina xaka xwe pejirand û van malbatan cîgerên xwe di vê rêyê de kirin feda.

Malbata Apê Mihemed (Ridwan Cemal) jî yek ji van malbatan e. Vê malbatê di rêya parastina axa welêt de 3 ewladên xwe kirin feda.

Apê Mihemed bi xwe ji bajarê Babê ye. Di ciwantiya xwe de tevî hevsera xwe diçe bajarê Reqayê û li wir bi cih dibe. Apê Mihemed niha 60 salî ye, bavê 4 kur û 5 keçan e.

Apê Mihemed gelek caran tê gilîkirin. Her wiha di destpêka tevgera gel a Sûriyê de ji hêla rejîma Baas ve tê girtin û rastî hovanetirîn îşkenceyê tê. Ji ber ku li hemberî siyaseta pergala Baas sekinî. Lê dîsa jî teslîm nabû û tevî ewladên xwe beşdarî tevgera şoreşgerî bû.

Piştî wê  Apê Mihemed tev li nav refên şoreşgerên ku wê demê li hember rejîma Baas tê dikoşiyan. Di pevçûneke di navbera Cebhet El-Nusra û komên din de, kurê apê Mihemed Ridwan li ber mala xwe bi guleyekê birîndar bû.

Ji ber wê Apê Mihemed neçar dimîne tevî malbata xwe ji bo dermankirina kurê xwe di meha Cotmeha 2013`yan de biçe bajarê Minbicê û ji wê dîrokê heya niha li wir dimîne. Piştî wê bi demeke kin çeteyên DAIŞ`ê bajarê Minbicê kontrol kirin.

Piştî ku Ridwan (35) sax dibe, di nav hevalên xwe de û di her kombûnekê de li dijî binpêkirinên çeteyên DAIŞ`ê diaxive û dibêje ew kiryarên wan qebûl nake. Lê piştî ku hevalekî wî lê îxbar dike, ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve tê revandin.

Apê Mihemed girêdayî revandina kurê xwe wiha dibêje: "Ji bo wî em hatin Minbicê lê bû kesê yekemîn ku ji malbata min jiyana xwe ji dest da.” Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê kurê apê Mihemed digirin, hema ji ber tawana dijberiya wan, bi darvekirinê ceza dikin. Li ser wê çeteyên DAIŞ`ê Ridwan dibin qada giştî li navenda bajêr û li ber çavên şêniyan serê wî jê dikin û laşê wî xaç dikin.

Apê Mihemed behsa dema çekrakirina xwe ya li dijî çeteyan kir û dibêje: “Min bawer kir ku dê rojekê serkeftin û azadî pêk were. Di malbatê de ez kesê yekê bûm ku min çek rakir.” Piştre kurê wî Ebdulezîz li rex wî çek radike. Apê Mihemed ji gotina xwe ya ku her wext dibêje aciz nabe: "Eger tu gulek biçînî û baş xwedî bikî dê helbet rojekê bibişkuve."

Apê Mihemed tevî kurê xwe tev li nav refên QSD`ê dibe û li dijî DAIŞ`ê mirin danîn pêşiya çavên xwe. Apê Mihemed tevî kurê xwe di refên yekemîn de şer dikin û di 14`ê Tîrmeha 2016`an de kurê wî Ebdulezîz Cemal di pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê de li taxa El-Hezwane şehîd dikeve.

Piştî wê kurê wî Ebdulrehman çeka birayê xwe radike. Wê demê di pêngavê de Apê Mihemed ji dest û lingê xwe birîndar dibe.

Ebdulrehman soza şopandina rêya birayê xwe heya serkeftinê yan jî heya şehadetê anî cih. Ebdulrehman di şerê tinekirina terorê, di pêngava rizgarkirina Dêrazorê de de şehîd dikeve. Ebdulrehman di 12`ê Sibata 2019`an de li bajarokê Baxozê şehîd dikeve. Ebdulrehman di nav refên artêşa şoreşgeran de şer dikir.

Apê Mihemed diyar kir ku ji ber temenê xwe yê mezin ji eniyên şer dûr ketiye. Apê Mihemed niha jî çek rakiriye û Goristana Şehîdan a bajarê Minbicê ya ku gorên her du kurên wî tê de ne, diparêze.

Apê Mihemed nabîne ku rewşa malbata wî taybet e. Ji ber dikeve ferqê ku ew ne kesên tekane ne ku zarokên xwe ji ber terorê winda kirine. Bi hezaran malbatên ku zarokên xwe winda kirine û hatine koçberkirin hene.

Apê Mihemed banga hevgirtinê li hember her hêzekê ku ewlehiya Sûriyê tehdîd dike û parastina welêt û destkeftiyên ku bi fedekariya şehîdan hatine bi destxistin, kir. Apê Mihemed destnîşan kir ku xwîna şehîdan rêya derbasbûna nifşan ber bi azadî û rûmetê ve ye.

Malbata Apê Mihemed nimûneya berxwedan, ragirtin û wefadariyê ji welêt re û parastina welat e.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din