Têkoşer Zîlan li Beyrûtê hate bibîranîn

Têkoşer Zîlan di salvergera 23‘yan a çalakiya xwe ya fedayî de li Beyrûtê hate bibîranîn.

Li ser vexwendina Kongreya Star û Tevgera Civaka Demokratîk li Lubnanê, Kurdên li li Beyrûtê ku paytexta Lubnanê têkoşer Zeyneb Kinacî (Zîlan) a di 30‘yê Hezîrana 1996‘an de li herêma Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke fedayî pêk anîbû, bibîr anîn.

Merasîm li herêma Cedîdî ya li Şalat Siwês hate lidarxistin. Cihê merasîmê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşer Zîlan û têkoşerên tevgera rizgariya Kurdistanê hatibû xemilandin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Paşê Koma Welatê Rojê ya Stranan li ser têkoşer Zîlan stran. Koma Rustem Cûdî ya Şanoyê, du şano yek li ser rola ciwanên Kurd di civakê de û ya din li ser şehîd Zîlan pêşkêş kirin.

Di merasîmê de Seroka Weqfeya Çand û Civakî Henan Osman şehîd Zîlan bi bîr anî û got, Zîlan veguherî sembola jina azad a ku banga rumeta gelan dike.

Rêvebera Kongreya Star Melek Mihemed jî axivî, anî ziman ku tevgera rizgariya Kurdistanê serkeftinên mezin ji bo gelê Kurd qezenc kirin. Her wiha îşaret pê kir ku êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê di çarçoveya siyasetên qirkirin û şikandina îradeya gel Kurd de tê.

Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din