Rojnameya El Ereb têkildarî têkiliyên Tirkiye-Misirê wiha nivîsand: "Serdana wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ya ji Qahîreyê re ne tenê nîşaneya berjewendiyên aborî yên yekser ên Enqereyê ne, lê belê nîşaneya westana siyasî ya dewleta Tirk e. Ev yek piştî ku serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di stratejiya xwe ya ji bo rojhilat û rojava de bi bin ket, pêk tê.
Çavdêran da zanîn ku tu tişt têkiliyên bi Misirê re venagerîne, lê Erdogan piştî di aboriyê de têk çû, Tirkiye di siyasetê de jî têk bir. Serokê Tirkiyeyê êdî bi dewletan re li aramiyekê digere.
Ger lihevkirina bi Îmarat û Erebistana Siûdî re ji ber aboriyê ye, vegera têkiliyên bi Misirê re jî tenê ji têgihîştina Erdogan e ku welatê wî lîstika reva ber bi pêş ve, nikare tehemûl bike. Ew yek jî di daxuyaniyên li ser vegera têkiliyên Sûriyeyê û beriya wê bi Îsraîlê re nîşan dide.
Serdana Çavuşoglu ji Misirê re taloqkirî ye û li benda peydakirina hewayên guncaw ku temam bibe û ji gava mezin a ragihandina fermî ya li ser ji nû ve vegerandina têkiliyên dîplomatîk di navbera her du welatan de nêz bibe.
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê duh got dê Çavuşoglu di hevdîtina li gel wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî de têkiliyên hevbeş nîqaş bike û nêrînên xwe li ser dozên herêmî û navneteweyî bînin ziman.”
‘PARLAMENTOYA IRAQÊ SIBE GUHERTINA QANÛNA HILBIJARTINAN DIXE DENGDAYÎNÊ’
Têkildarî rojeva Iraqê rojnameya El Itîhad a Îmaratê wiha nivisî: “Parlamenotya Iraqê sibe wek roja dengdanê ji bo qanûnên hilbijartinan û meclisên parêzgehan diyar kir. Lê nakokî li ser guhertinên pêwîst berdewam in. Namzetê serbixwe Secad Salim destnîşan kir ku hêzên siyasî yên cuda li ser teşeya qanûna nû ya hilbijartinan li hev nekiriye.
Analîzvanê siyasî û gerînendeyê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Iraqê Gazî Feysel Hisê destnîşan kir ku guhertin, li gorî hêvî û tecrubeyên partiyên mezin e. Her wiha derfeta serkeftinê ya partiyên biçûk an jî kesên serbixwe kêm dike.
Lê cigîrê serokê Navenda Çareseriyê ji bo Lêkolînên Pêşerojê Mazin Sahib jî diyar kir ku pêwîstiya guhertinê bi nîqaşan ji aliyê partiyên siyasî ve heye, nexasim di nava Hevbendiya Rêveberiya Dewletê de."
‘VALAHIYA SEROKATIYÊ YA LUBNANÊ DI ROJEVA CIVÎNA SIÛDÎ-FRANSAYÊ DE BÛ’
Der barê valahiya serokatiyê ya Lubnanê de rojnameya Şerq El Ewsat jî wiha nivisî: “Lubnan duh rojeva dan û standinên di navbera Fransa û Erebistana Siûdî de bû. Şêwirmendê Dîwana Qraliyetê ya Erebistana Siûdî Nîzar El Elûla serdana Parîsê kir û bi hempîşeyê xwe yê fransî şêwirmendê serok Emmanuel Macron ê kar û barên Rojhilata Navîn Patick Doyle re civiya.
Civîn li Qesra Elysee li dar ket. El Elûla çavdêriya lihevkirina Erebistana Siûdî-Îranê dike ku bi navbeynkariya Çînê pêk hat û yek ji bendên wê, vegerandina têkiliyên dîplomatîk di navbera her du welatan de ye. Lê dosyaya valahiya serokatiyê beşeke wê hevdîtinê bû.
Li gorî çavdêran, piştî pêşketina dawîn a di navbera Riyad û Tehranê de civîn duh li dar ket. Her wiha diyar kirin ku ev civîn bandorê li dosyaya serokatiyê dike ku ji dawiya Cotmeha borî ve li Lubnanê didome.
Heman çavkaniyan destnîşan kir ku Paris bi fikar e ev valahî mezintir bibe û bandor li aliyên civakî û ewlehiyê jî bike. Xema wê ya sereke dagirtina vê valahiyê ye û hebûna serokekî hewcedariyeke pêwîst e ji bo ku hilweşandina tam pêk neyê. Li gel ku îhtîmal heye valahî heta çend mehan dewam bike, Fransa hewl dide serokekî bibîne ku hemû alî qebûl bikin.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, Fransa pakêteke temamkirî pêşniyar dike ku serokkomar û serokê hikumetê diyar bike, bernameyeke guhertinê pêk were ku dikare rê li pêşiya hilweşandinê bigire, jiyana aborî vegerîne. Di vê çarçoveyê de, li gorî Parîsê divê namzetiya wezîr û parlamenterê berê Silêman Firenciye bê qebûlkirin. Li beramber wê, Newaf Selam bibe serokwezîr ji ber ku reformxwaz e û bi dewletên Ereban û hêzên navneteweyî re xwedî têkiliyên baş e.”
(fr,şx)