Têkildarî Koronavîrusê lêpirsîna serbixwe dest pê dike

Zêdetirî 100 dewletan piştevaniya "lêpirsîna serbixwe" der barê pandemiya Koronavîrusê (Covid-19) û serdemên berbelavbûna wê de dikin, ew jî bi rêya civînên WHO’yê ku dê îro û sibê li dar bikeve. Her wiha hejmara kesên li seranserê cîhanê bi Koronavîrusê ketine nêzî 5 milyonan dibe.

Li seranserî cîhanê hejmara kesên bi Koronavîrusê ketine 4 milyon û 805 hezar e, jê heta niha milyonek û 860 hezar kes baş bûne û 316 hezar kes jî mirine.

Li gorî tora CNN a Amerîkayê, bi piştevaniya navneteweyî ji Awistralya, Hindistan, Zelandaya Nû, Rûsya, YE’yê û dewletên endam, Brîtanya û Îrlandaya Bakur avakirina komîteyeke lêpirsînê ya serbixwe hat pêşniyarkirin, lê DYA’yê pêşniyar îmze nekir.

Tu nîşaneyên reşnivîsa projeyê li hember hikumeta Çînê tune ne, tevî ku Pekîn li beramber baldariyên navneteweyî yên zêde der barê dermankirina destpêkê ya berbelavbûna Koronavîrusê de ye û ew jî li gorî desthilatên Çînê di Çileya borî ya 2019’an de ye.

(fr)


Mijarên Din