Têkildarî aloziya Sûriyê û destûra nû paneleke hate lidarxistin

Bi dirûşma "Bi biratiya gelan em pêşerojê ava dikin" Buroya Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê herêma Efrînê paneleke li ser mijara aloziya Sûriyê û amadekirina destûra nû li dar xist.

Panela li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê hate lidarxistin. Bi dehan ciwan ên nûnerên saziyên sivîl beşdarî bûn.

Panel bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê mijarên girêdayî girîngiya biratiya gelan, hevgirtin pêkhateyan ji bo gihiştina çareseriya aştiyane û destûra ku mafên hemû pêkhateyên diparêze hatin nîqaşkirin.

Beşdaran her wiha mekanîzmeya pêşxistina netewa demokratîk, rola jin di civakî de û têkoşîna li dijî binpêkirinên ku li ser jinan li herêmên dagirkî nîqaşkirin.

ANHA


Mijarên Din