Têkbirina hemû komployên derve bi têgihîştina gel pêkan e

Serokê Meclisa Navçeya Şedadê teqez kir ku têkbirina hemû komployên derve û hundirîn, bi saya hevgirtina hemû pêkhateyan, têgihîştina ciwan û serokeşîrên Ereb û hevkariya wan bi hêzên ewlehiyê re, pêk hat.

Hin aliyên hundirîn û derve hewl didin bi rêya eşîran fitneyê û şer di navbera Kurd û Ereban de derxînin û bi rêya şaneyên fînansekirî ku yên dikevin nava  xwepêşandanên gel û banga başkirina rewşa xizmetgûzariyê û jiyanî dikin, hewl didin aramî û ewlehiya herêmê têk bibin.

Ev şane li herêmên Rêveberiya Xweser belav dibin û erka wan sorkirin û hedefgirtina serokeşîrên xwedî cihekî civakî yê taybet in, da ku bi rêya dezgehên çapemeniyê ên ser bi xwe ve û malperên tevna civakî, hêzên leşkerî (QSD) bi wan bûyeran tawanbar bikin.

Lê belê hewldanên wan dewletan û di serî de Tirkiyê û hikumeta Şamê, bi saya hevgirtina pêkhateyan ku cihê xwe di Rêveberiya Xweser de digirin bi bin ketin. Gelê herêmê karîbûn axa xwe ji hemû komên terorîst û di nav de DAIŞ ku piştgiriya xwe ji Tirkiyê digirt, biparêzin.

Gelek çavdêriyên rewşa Sûriyê dibînin ku hevgirtina civakî ya pêkahetyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bandoreke mezin li pêşketina herêmê kir. Dê bi vê hevgirtinê di saya netewa demokratîk de, aloziya Sûriyê jî çareser bibe.

Hevserokê Meclisa Navçeya Şedadê Elaa El-Omer dibêje: "Girêdana xwînê ya hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têgihîştina ciwanan û serokeşîrên Ereb hişt ku planên dewleta Tirk û aliyên hundirîn ên derxistina fitneyê û şerê Kurd-Ereban bi bin bikevin."

El-Omer destnîşan kir ku sedema din a têkbirina van planan ew e ku, hemû pêkhateyên herêmê li kêleka hêzên leşkerî û ewlehiyê sekinîn û got: "Bi hevgirtinê hemû aliyên ku li dijî aramî û ewlehiya gel plan saz dikirin, têk çûn."

El-Omer daxuyand ku êrişên li dijî herêmên gundewarên Dêrazorê û başûrê Hesekê berdewama şerê taybet û sîstematîk ê dewleta Tirk bi rêya malperên tevna civakî ye, ku bi awayekî yeskser ciwan hatin hedefgirtin ji ber ku hêza herî aktîv li ser erdê ne. El-Omer domand: "Lê belê, bi têgihîştin û zanabûna ciwanên xwedî berpirsiyartî, hemû planên hundirîn û derve pûç derketin."

El-Omer destnîşan kir ku wan şane û aliyan kêmasiyên di hin karên xizmetgûzariyê de û xwepêşandanên gel bi kar anîn û ji bo derxistina fitneyê û têkbirina ewlehiyê propagandeyeke mezin jê re kirin û Hêzên Sûriya Demokratîk bi kuştin serokeşîran tawanbar kirin.

El-Omer wiha lê zêde kir: "Rêveberiya Xweser bi hemû derfetên xwe hewl dide ku pêdiviyên welatiyan di aliyê xizmetgûzarî û jiyanî de, bi hemû rêbazan pêk bîne. Em jî banga başkirin û geşkirina herêmê dikin, da ku em wekî amûreke şantajê di destê hêzên derve de nemîne ku pê fitneyê di nava gel de derdixin."

Hevserokê Meclisa Navçeya Şedadê Elaa El-Omer destnîşan kir ku ew bi saya QSD`ê bi aramî û ewlehî dijîn û wiha domand: "Em jiyaneke bi îstiqrar û ewle li herêmên başûrê Hesekê û Dêrazorê dijîn. Ew jî bi saya hêzên ewlehiyê ku bi operasyonên leşkerî gelek şaneyên girêdayî aliyên hundirîn û derve, girt."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku meha borî, şaneyên DAIŞ`ê û çeteyên dagirkeriya Tirk û komên ser bi hikumeta Şamê ve li herêmên gundewarên Dêrazorê gelek êriş pêk anîbûn, ku di encamê de fitne derket û gelek şêx û serokeşîrên Ereb hatin hedefgirtin. Li ser wê yekê hêzên ewlehiyê ji bo paqijkirina wan herêman ji şaneyên terorê operasyonên leşkerî dest pê kir.

(cx)

ANHA


Mijarên Din