'Tişta ku li Heftanînê çêdibe heman tişt e ku li Kobanê hate meşandin'

Di merasîma sersaxiyê ya şehîd Hesen Bilik û Hebûn Girê Spî de axêveran destnîşan kir ku bûyerên li herêma Heftanînê rû didin, heman bûyer beriya çend salan ku çeteyên DAIŞ`ê pêk dianîn û ji ber vê divê gelê Bakurê Sûriyê li hemberî van fitneyan hişyar be.

Li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê bi dehan şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên şehîd Hesen Bilik û Hebûn Girê Spî re xwest.

Şehîd Hesen Şahîn (Hesen Bek) dema li herêma Sirînê bi erka xwe radibû, gihaşt asta şehadetê û şehîd Hebûn Girê Spî (Xelîl Qewas) ê ji gundê Xerbîsan ê Kobanê li herêma Botanê ya Bakurê Kurdistanê gihaşt şehadetê.

Merasîma sersaxiyê  bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê li ser navê Koordînasyona Kongreya Star Macida Heson axivî û şehîd bi bîr anîn û got: "Dewleta Tirk bi tevahiya rêbazan hewldana şikandina vîna ku şehîdan bi rihê xwe daye avakirin, bişikîne, ji ber vê divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekitiya xwe ava bikin."

Macida Heson diyar kir ku kiryarên li herêma Heftanînê pêk tên, heman kiryar beriya çend salan çeteyên DAIŞ`ê li Kobanê pêk anîn.

Her wiha endamê Saziya Olî ya Ewqafan a Kobanê Mehmûd Hebeş axivî û gotkesên di rêya parastina welatên xwe de canê xwe ji dest bidin, nemir in.

Merasîma sersaxiyê hîn jî berdewam e.

(eh)

ANHA


Mijarên Din