‘Tirkiye wê ji Idlibê destvala derkeve‘

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê yê Tebqayê Selam Hisên got: "Texmîn dikim ku dê Tirkiye ji şerê li Idlibê destvala derkeve û neçar bimîne gelek tazîmatan bide Rûsyayê."

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê yê Tebqayê Selam Hisên, geşedanên siyasî û leşkerî li ser asta bajarê Idlibê, helwesta Tirkiyê ya ji şerê li Idlibê û guhertina hevsengiyan li ser erdê, nakokiyên Rûsya û Tirkiyê, hewldana Amerîka ya kişandina Tirkiyê bi aliyê xwe ve ji ANHA‘yê re nirxand.

‘TIRKIYE DÊ DESTVALA DERKEVE‘

Selam Hisên anî ziman ku şerê li Idlibê dê biryara çarenûsa hebûna Tirkiyê ya ne rewa li ser xaka Sûriyê bide û dawî li hebûna terorîstên mîna Cebhet El-Nusra (Heyet Tehrîr El-Şam) bîne.

Hisên got: “Şerê li Idlibê şerê dualî ye, li hemberî dagirkerî û  terorê ye. Bi nêrîna min şerê li Idlibê dê dawî li hebûyîna Tirkiyê ya li ser axa Sûriyê bîne û wê ji hemû herêmên Sûriyê yên ku dagirkirine destvala derkeve. Êdî Tirkiye bi tenê maye. Ji ber windahiyên Tirkiyê yên dûbare û stratejiya binkeftî  ya ku dimeşîne, li ser asta cîhanî paş ketiye."

‘TIRKIYE LI SÛRIYÊ DESTEKÊ DIDE TERORÊ, DA KU ÇARESERIYÊN SIYASÎ TÊK BIBE‘

Selam Hisên di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser desteka Tirkiyê bi çeteyên li Idlibê re û wiha got: “Ev ji cîhanê re dide diyarkirin ku sedemê aloziya Sûriya ya sereke destekaa ku Tirkiyê dide çeteyan e. Ev destekdayîn heta niha berdewam e. Armanc ew e ku hemû çareseriyên siyasî yên li Sûriyê têk bibe."

‘ŞERÊ LI IDLIBÊ SOÇÎ Û ASTANA XIST Û DEWLETA TIRK TEVLIHEV KIR‘

Hisên destnîşan kir ku Tirkiyê opozisyona Sûriyê veguherand komên çete, da ku bi rêya wan armanc û berjewandiyên xwe pêk bîne. Hisên wiha dirêjî da axaftina xwe:

“Şerê îro li bajarê Idlibê diqewime mîna bidawîbûna lihvekirinên Astana, Soçî û lihevkirinên din e. Binkeftina Tirkiyê li Idlibê dê binketina hemû lihevkirinên Tirkiyê yên di der barê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî be. Tirkiyê niha xeteriya ku hemû planên xwê yên mêtînger di Sûriyê de tehdîd dike hîs kiriye. "

‘RAGEŞIYÊN HUNDIRÎN Û DERVE YÊN LI HEMBERÎ TIRKIYÊ’

Hisên bal kişand ser destûrdayîna ji tevgerên Tirk ên li Sûriyê re û wiha diyar kir: "Tirkiye piştî têgihişt ku lihevkirinên bi Rûsan re têk çûn, serî li qurnaziyê da. Da ku ji Sûriyê destvala dernekeve, ji ber ji helwesta hundirîn ditirse. Heger ku ji Sûriyê binkeftî derkeve, hundirê Tirkiyê dê li hemberî wî hikumetê derkeve. Ji ber ku leşkerên Tirk xist şerekî ku bi binkeftinê bi encam bû. Wê malbatên leşkerên ku di şerê li Sûriyê de hatine kuştin sedema kuştina zarokên xwe bipirsin, ev yek dê bandorê li siyaseta derve ya Tirkiyê bike."

Hisên axaftina xwe wiha domand: "Bi hezaran çete û terorîstên li Idlibê ji bilî hundirê Tirkiyê tu spartgeh ji wan re nemane. Bi taybet piştî ku artêşa Sûrî û Rûsya li bajêr bi pêş de ketin. Ev yek pirsgirêkeke din ji Erdogan re derxistin. Ji ber dê di hundirê Tirkiyê de çalakiyên tolhildanê pêk bînin. Ji ber ku Tirkiye dest ji wan berdan û sozên xwe yên parastina wan bi cih neanî. Lê Erdogan ji wan re xuya dike ku mijar ne wiha ye. Dema ku leşkerên Tirk xist şerê Idlibê tenê hinceta ji têkçûna Tirk a di Idlibê de derdixîne."

‘TIRKIYE LI PÊŞBERÎ RÛSYAYÊ DÊ GELEK TAZÎMATAN BIDE‘

Hisên diyar kir, Tirkiye baş dizane ku derketina wê ya li hemberî Rûsya dê wê di hundir de ber bi têkçûnê ve bibe û wiha pê de çû: “Dê Tirkiye di vî şerî de xisar derkeve. Lew ra şandeyan dişîne Rûsyayê ji bo bazaran û avakirina lihevkirinên nû derbarê Sûriyê de çêbike. Tirkiye amadeye tazîmatên mezin bide heta li ser erdê wî be jî da ku her projeyek demokratîk li Rojhilata Navîn têk bibe. Tirkiye der barê Sûriyê de dê gelek tazîmatan bide Rûsya û amade ye dest ji Lîbyayê berde da ku bi Rûsya re nekve şer."

‘ERDOGAN DESTEKÊ JI NATO Û AMERÎKAYÊ DIXWAZE’

Hisên da zanîn ku Tirkiyê li benda rola Amerîka û NATO ye da ku teqez bike ku gelo NATO û Amerîka amade ne Tirkiyê biparêzin. Hisên got: “Amerîkayê daxuyanî dabû û gotibû, leşkerên Tirk ên ku li Sûriyê tên kuştin “şehîd” in. Lê Erdogan derket û got, ev daxuyanî kêm in û daxuyaniyên manewî yên NATO yên destekayîna Tirkiyê têrê nakin. Erdogan desteka leşkerî dixwaze, dixwaze ku NAOT çekên xwe bişîne Idlibê da ku li hemberî Rûsya û artêşa Sûriyê bisekine. Ev yek dide nîşandan ku divê Amerîka û NATO‘ê heger bi awayekî aktîv destwerdanê Idlibê de neke wê Erdogan nikaribe vî şerî berdewam bike û wê neçar bimîne ji tevahiya Sûriyê vekişe. Ji bo daxuyaniyên Wezareta Derve ya Amerîkayê ku qebûl nekir dewletên Yekbûyî yên Amerîka rola polis ê parastina Tirkiyê li dijî Rûsya bilîze. Ev jî ji hemûyan re diyar dike ku Tirkiyê bi tenê maye û tu kes destekê pêşkêşî Erdogan nake, piştî hemû planên wê yên ser xaka Sûriyê têk biçin wê binkeftî derkeve."

ANHA


Mijarên Din